Keça Leyla Guven a 126 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Sabîha Temîzkan, çalakgerên li avahiya HDP’ê di greva birçîbûnê de ziyaret kirin û silava Guven ragihand
Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 126’emîn de didome. Keça Guven Sabîha Temîzkan çalakiya greva birçîbûnê ya parlementeên HDP’ê Dersîm Dag 3’yê adarê û Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên di 8’ê adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê dest pê kirin, ziyaret kir.
Leyla Guven silav û şekir ji çalakiya HDP’iyan re şand. Sabîha Temîzkan di serdanê de diyar kir ku dayika wê bi moral e û di wê baweriyê de ye ku dê bi ser bikevin. Temîzkan anî ziman ku li ser milê dayika wê berpirsiyartiyek mezin heye û wiha got: “Ji bo hevalên di girtîgehan de, li Hewler û Galler pir bi fikar e. Lê di wê baweriyê de ye ku hûnê bi ser bikevin.”
Parlementerên HDP’ê jî, darbarê rewşa tenduristiya Guven de agahî ji Temîzkan girtin. AMED