Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Guven li Cizîrê çû serdana malbatên berxwedêran

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û şandeyeke pê re li Cizîrê malbatên ku di qedexeya derketina derve de zarokên xwe winda kirin ziyaret kirin. Guven hemû berxwedêr bi bîr anî û got ku dê berxwedana xwe mezintir bikin û bi ser bikevin

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, li navçeya Cizîr a Şirnexê bi endamên partiyê û malbatên zarokên xwe di dema qedexeya derketina derve ya salên 2015-2016’an winda kirin re, hatin gelhev.

Hevdîtin li avahiya HDP’ê ya Cizîrê hate lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, hevşaredar, rêveber û endamên partiyê û gelek kes jî beşdarî hevdîtinê bûn. Leyla Guven di hevdîtin de axivî û wiha got: “Berxwedana Cizîrê cihê xwe di dîrokê de girt û bi vî awayî tê naskirin. Ez hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel ên di dema qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînim. Yên ku ev komkujî pêk anîn dê derkevin holê û dê di tarîtiyê de namînin.”

Avakirina tifaqa kurdistanî

Di berdewamê de jî Guven bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha domand: “Qeyûm perê gel talan dike. Li hemû cihan talanên wan derketin holê. Fatûreyên sexte çêdikin û pereyê gel didizin. Ji ber vê yekê qeyûman tayîn dikin. Lê li hemberî berteka gel şaşwaz bûne. Niha bi komplo û cezayên cuda dest datînin ser şaredariyên me. Me li hemberî desthilatdariyê tu caran serî ne tewand. Gelê kurd dê tu carî jiyaneke bênasname qebûl neke. Ji ber vê yekê, em dibêjin em tifaqa kurd û kurdistanî ava bikin. An em ê tifaqa kurdîstanî ava bikin û bi ser bikevin, an jî dê lîstikên qirêj ên desthilatdariyan dewam bikin.”

Çalakvanên greva birçîbûnê bi bîr anî

Guven piştre jî qala girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan kir. Guven hemû girtiyên ku çalakiya fedaî pêk anîn bi bîr anî û got ku dê berxwedana xwe mezintir bikin û bi ser bikevin.

Guven çû serdana malbata Pamay

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û şandeya pê re piştre jî çûn malbata Mahsûm Pamay ê ku bi armanca şermezarkirina tecrîdê, li girtîgehê dawî li jiyana xwe anî. Di serdanê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Guven piştî serdanê çû ser gora Pamay. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar