Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Guven: Li dijî faşîzmê tekane rêya çareseriyê berxwedan e

Meclisa dewleta tirk di 4’ê hezîranê de parlamenteriya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven betal kirin û şevê din girtin. Guven ku ji ‘Doza KCK’ê ya Sereke’ 6 sal û 3 meh ceza xwaribû, zêdetirî 5 salan di girtîgehê de mabû û ji cezayê wê tenê 2 meh mane. Piştî 2 mehan dê bê berdan. Guven beriya ku bê girtin, ji MA’yê bi Arjîn Dîlek Oncel û Cahît Ozbek re axivî.

Leyla Guven ji ewil destnedayîna parlamenterên DEP’ê di sala 1994’an de bi bîr xist û wiha got: “Di sala 2016’an de destnedayîna parlamenterên HDP’ê rakirin. Niha jî destnedayîna me rakirin. Pêvajoyeke li dijî zagonan e. Di vê pêvajoya borî de CHP li ser şopa AKP û MHP’ê bû. Lewre destnedayîna parlamenterên DEP û HDP’ê rakirin. CHP’ê karê AKP’ê hêsan kir. Ji ber vê yekê îro dor hat CHP’ê.”

‘Hişmendiya hiqûqa mêtingerî û dagirkeriyê ye’

Guven diyar kir ku dewleta tirk ji dîrokê ve mafê axaftin û siyasetê nade gelê kurd û wiha domand: “Mahmût Esat Bozkurt ku ji kesên bingeha hiqûqa Tirkiyeyê danî ye dibêje; ‘Hemû kesên li vî welatî dijîn tirk in. Tenê mafekî kesên bi esle xwe ne tirk li vî welatî heye, ew jî ew e ku bibin xizmetkar û xulamên welatê tirkan.’ Ev komar bi vê ferasetê heta îro hat. Ev hişmendî kurdan nas nake. Ev hişmendiya hiqûqa mêtingerî û dagirkeriyê ye. Divê em ne weke betalkirina parlamenteriyê li mijarê binêrin. Divê em vê ferasetê rast nas bikin û li gorî wê helwest nîşan bidin.”

‘Faşîzma AKP-MHP’ê ji bêdengiyê hêz digire’

Bi domdarî jî Guven destnîşan kir ku dema şaredariyên kurdan hatin xespkirin hewce bû tu kes bêdeng nemabûya û wiha derbirî: “Bi ser malên hezaran siyasetmedarên kurd de girtin, kelepçe kirinû girtin lê hemû kesî temaşe kir. Divê baş bizanin ku faşîzm rojekî dê berê xwe bide wan jî. Di darbeya 4’ê mijdarê de parlamenterên kurdan hatin girtin, hevserokên giştî yên partiya ku 6 milyon deng stendiye hatin binçavkirin û girtin, bi sedan şaredarî hatin desteserkirin lê dîsa jî deng ne ji hêzên çepgir û ne jî ji yên demokratîk û şoreşger derket. AKP- MHP’ê ji vê bêdengiyê hêz girt û asta faşîzma xwe bilindtir kir. Hiqûq li bin pêya ne. AKP dibêje; ‘ez dikim û kes nikare hesab bipirse.’ Her tişt xistiye bin kontrola xwe. Li welatekî ku cenaze bi PTT’ê ji malbatan re tên şandin, nahêlin mirî di gora xwe de rehet razên û malbat li hestiyên zarokên xwe digerin, demokrasî, hiqûq, edalet û mafên mirovan nînin.”

‘Tekane rêya çareseriyê azadiya Ocalan e’

Herî dawî jî Leyla Guven ev tişt anî ziman: “Ez vîna gelê Colemêrgê me. Ez nûnera gelekî me. Dema girtî hatibûm hilbijartin. Farisogullari û Berberoglu jî vîna gel in. Lê îro tiştek ji bo vê vînê nayê hesibandin û xesp dikin. AKP li meclisê li dijî vîna gel darbeyê dike. Ev eniyeke faşîzmê ye. Divê em bi hevre û bi hêzeke mezintir li dijî faşîzmê têbikoşin. Li dijî faşîzmê ji bilî berxwedanê tu rêyên din nînin. Weke Apê Mûsa jî gotiye; ‘Ya ku li para kurdan dima, berxwedan bû.’ Em ji bo pêşxistina demokrasiya vî welatî têdikoşin û dê dest ji meclisê bernedin. Em ê li hemû qadên jiyanê têkoşîna demokrasiyê bidin. Ev pirsgirêk bi darbeyan çareser nabe. Tekane rêya çareseriyê jî azadiya sermuzakerevan birêz Ocalan e. Divê hûn bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û pirsgirêkê çareser bikin. Bi vê re dê pirsgirêkên din jî çareser bibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar