Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Guven nikaribû derkeve hevdîtina dawîn’

Baroya Amedê têkildarî rewşa Leyla Guven agahî da. Baroyê diyar kir ku ji ber tewşa tenduristiya Guven giran bûye nikaribûye beşdarî hevdîtinê bibe û xwest berî ku jiyana Guven û girtiyên din bikeve xetereyê saziyên peywirdar erka xwe bi cih bînin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ket roja xwe ya 58’emîn. Her wiha greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên PKK û PAJK’ê di 16’ê kanûna 2018’an de dane destpêkirin jî didome.

Têkildarî çalakiya Guven Baroya Amedê li avahiya Buroya Alîkariya Edlî ya Baroyê civîna çapemeniyê pêk anî. Serokê baroyê Cîhan Aydin û rêveberên baroyê û parêzer beşdarî civînê bûn. Serokê baroyê Aydin daxuyanî da û çalakiya grevên birçîbûnê yên salên berê û encamên wan bi bîr xistin.

Rewş krîtîk e

Aydin diyar kir tevî ku parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji aliyê Dadgeha Amedê ve hat berdan jî dîsa li ser îtiraza dozger nehat berdan û Guven ji 8’ê mijdarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û got ku rêveberên baroya wan Gazal Bayram Koluman û Kezîban Yilmaz çûne girtîgehê û bi Guven re hevdîtin pêk anîne.

Di berdewamê de Aydin der barê rewşa Guven de ev agahiyan parve kir: “Herî dawî di 30’ê kanûnê de ziyaret pêk hat. Ji ber rewşa tenduristiya Leyla Guven giran bûye nikaribûye beşdarî hevdîtinê bibe. Li ser vê yekê bi girtiyên li qawişa wê re hevdîtin pêk hatiye. Li gorî van girtiyan agahî dane hevalên me; Guven zeîf bûye, li dijî deng û roniyê hesasiyet pê re peyda bûye, serê wê diêşe, di meşê de zehmetî dikişîne, bi zehmetî diaxive, bêhalbûn, aciziyên tansiyon û mîdeyê pê re peyda bûne. Ev nexweşîn û hesasiyet jî nîşan didin ku rewşa Guven ketiye asteke krîtîk.”

Hurmet nîşanî mafên girtiyan nadin

Aydin destnîşan kir ku Guven û gelek girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bedena xwe dane ber mirinê û wiha domand: “Li gorî hin serlêdanên ji bo baroyê û hin agahiyên bi raya giştî re tên parve kirin, ji mafên bingehîn ê girtiyan re rêz nayê nîşandan. Bi awayek ku têr bike av, şekir, xwê û vîtamîn nadin girtiyan.”

Her wiha Aydin di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo jiyana Guven û hemû girtiyên din nekeve xetereyê divê wezareta dadê û hemû saziyên peywendîdar dev ji pêkanînên xwe yên cudakariyê berdin û xwest hemû sazî mevzuata neteweyî û navneteweyî bi cih bînin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar