Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Guven: Pêwîstî bi tifaqa kurdan heye

HDP’iyên ku li Amedê li dijî desteserkirina şaredariyan çalakiya rûniştinê kirin, daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP’î Leyla Guven axivî û got ku li dijî vê polîtîkayê pêwîstî bi tifaqa kurdan heye

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19’e Tebaxê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji peyvirê girtin û li şûna wan waliyên mêtingehiyê yên bajaran tayîn kirin. Gelê kurd û hilbijêrên kurd li dijî vê darbeya siyasî li ser piyan e û çalakiyan li dar dixin. Yek ji navena çalakiyan Amed e û bi taybetî jî li ber şaredariyê gel vê darbeyê şermezar dike û xesqa li vîna xwe naxwaze. HDP’iyên ku li Amedê li dijî desteserkirina şaredariyan çalakiya rûniştinê kirin, daxuyanî dan çapemeniyê.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku nehiştin biçe ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê banga yekîtiyê li gelên kurd û Tirkiyeyê kir. Guven destnîşan kir ku gelê kurd li dijî vê darbeyê li ser piyan e, li her qadê berxwedan heye. Guven anî ziman, gel li dijî tundindiya polîsan û polîtîkayên qirêj li ser piyan e û got ku li dijî vê polîtîkayê pêwîstî bi yekîtiya kurdan, bi tifaqa kurdan heye. Guven destnîşan kir ku divê kurd li çar parçeyan li ber xwe bidin.

Guven di daxuyaniya ku da de ev tişt anî ziman: “Me çi bi dest xist bi berxwedanê me bi dest xist. Mîna li çar parçeyên Kurdistanê. Bi pêşengiya gelê xwe divê em li çar parçeyan bibin yek û li ber xwe bidin. Banga min e; tevî ku ev yek li Tirkiyeyê tê kirin divê em bibin yek û li ber xwe bidin. Divê em li qadan bin. Tayyîp Erdogan di 15’ê Tîrmehê de bang li her kesî kir ku dakevin qadan, ji ber ku darbe hate kirin. Niha jî li sê bajarên kurdan darbe hatiye kirin.”

Guven diyar kir ku AKP û MHP tengav bûne û wiha got: “Ji çar aliyên dinyayê nerazîbûn li dijî qeyûman hate nîşandan. Li Tirkiyeyê jî gelek kes li dij rawestiyan. Em ji gelê Tirkiyeyê re dibêjin, dereng nemînin, piştevan bin, îro li me hate kirin, sibe wê li we bê kirin. Gelê kurd qeyûmê li dijî îradeya xwe qebûl nake. Gel di hilbijartinê de dengê xwe bi kar anî, îradeya xwe û biryara xwe nîşan da.”

Guven bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Em ê li ber xwe bidin, em ê nebêjin qeyûm hat û bila bimîne. Em ê li ber xwe bidin, wê qeyûm biçe. Li tevahiya dinyayê her kes bi hêza gel zane, em jî pê zanin. Gelê kurd li dijî vê neheqiyê tu carî bêalternatîf nîne, em her tiştî nîqaş dikin. Me duh êvarê dît, AKP û MHP’ê nekarî bahaneyekê ji bo qeyûm peyda bike. Dibe ku berê em lawaz bûn lê em ê îro li ber xwe bidin. Çawa ku duh FETO hate darizandin wê ew jî bên darizandin. Bila bi aqil bin, bila kes destê xwe nede îradeya gelê kurd.”

Guven wiha jî got: “Siberojên bedew ên me ne, ev yek jî bi berxwedana me ve girêdayî ye. Piştgiriya herî mezin jî em ji gelên Tirkiyeyê hêvî dikin, di heman demê de li bendê ne ku Nêçirvan Barzanî helwestê nîşan bide. Em vê yekê bi hev re dikarin çareser bikin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê bi dawî bû lê polîsên tirk êrîşî girseya gel kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar