Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Guven: Rêberê gelekî nayê tecrîdkirin, berxwedan wê bidome!

Leyla Guven bi çalakgerên Strasbûrgê re axivî û diyar kir ku berxwedana daye destpêkirin berxwedan û daxwaza gelê kurd e û wiha got: “Daxwazên bi mîlyonan kesan e. Ez gelek kêfxweş im ku parçeyekî vê berxwedanê me. Rêberê gelekî nayê tecrîdkirin. Heta tecrîd neyê şikandin wê ev berxwedan bidome.”

Parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li mala xwe ya Amedê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina terîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, didomîne, bi rêya Skype bi çalakgerên Starsboûrgê re axivî. Guven bi çalakgeran re nêzî 15 deqeyan axivî û kêfxweşiya xwe ji bo çalakiya wan anî ziman.

Guven di axaftina xwe de diyar kir ku xwestiye di 14’ê tîrmehê de dest bi grevê bike lê ji ber ku dernexistine dadgehê neçar maye di 7 mijdarê de dest bi grevê bike û wiha got: “Armanca me ji nû ve zindî kirina ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê bû. Dema li girtîgehê min greva birçîbûnê da destpêkirin hinek hevalan got ‘Temenê te dirêj e tu nikarî bikî’. Lê ev 80 roj in ez baş im. Ev jî dide nîşandan ku ev tişt bi emir û fizîkê nabe. Girêdayî bawerî û îradeyê ye. Ev jî dide nîşandan ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê dîsa li zindana Amedê derketiye holê. Mehmet Tûnç, Asya Yuksel îspata vê berxwedanê ye. Ev jî dide nîşandan ku ev berxwedan û ev ruh hê zindî ye û li ser pêyan e.”

‘Tecrîd ji bo me şerm e’

Leyla Guven diyar kir ku nûçeyên li Strasboûrg, Hewlêr û Gallerê gelek moral dane wê û wiha gotinên xwe bi dawî kir; “Ev berxwedan, berxwedan û daxwazên gelê kurd e. Daxwaza bi mîlyonan kesan e. Ez gelek kêfxweşim ku parçeyek vê berxwedanê me. Di jiyanê de ez tu caran evqas kêfxweş û aram nebûme. Rêberê gelekî nayê tecrîdkirin, li girtîgehê cezayê disîplînê lê nayê birîn. Ev ji bo me helwesteke şikandina rûmet û şermê ye. Heta tecrî neyê şikandin wê ev berxwedan dewam bike. Silavên girtiyên li zindana Amedê ji çalakgerên Strasboûrgê re hene. Hemû hevalên di berxwedanê de silav li we dikirin. Her çiqas ez ji girtîgeha Amedê ya watedar dûr xistibim jî ez baş im. Silavan li we dikim û we himbêz dikim. Ez hîs dikim ku hûn hemû li gel min in.”

‘Em bi hêvî û bi biryar in’

Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê jî Gulîstan Çiya Îke axivî û ev tişt anî ziman: “Beriya 80 rojan we li mekanê Sara, Kemal, Xeyrî û Mezlûman demeke nû ya ruhê 14’ê Tîrmehê da destpêkirin. Em jî bi wî ruhî beriya 41 rojan beşdarî vê berxwedanê bûn. Ev berxwedan bi pêşengiya we û jinan dest pê kir. Bi vê çalakiyê em serbilind in. Her tim tu li gel me bûyî. Me xwest em li vir bibin dengê te û dengê te li her çar parçeyên cîhanê bidin bihîstin. Yek armanceke me heye ew jî şikandina tecrîda li ser Ocalan û azadiya Ocalan e. Bi vê armancê em ketin rê, em bi hêvî û bi biryar in.” STRASBOÛRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar