Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Guven rewşa girtiyên nayên dermankirin xist rojeva meclisê

Parlamenter Leyla Guven astengkirina dermankirina girtiyên dawî li çalakiya greva birçîbûnê anîn, xist rojeva meclisê. Her wiha Guven ji bo ku bi bersivînê, ji wezîrê edaletê pirsa hejmara kesên ji ber cezayê disiplînê di girtîgehê de tên sekinandin kir

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven der barê astengkirina tedawiya girtiyan a piştî greva birçîbûnê û binpêkirina mafên mirovan, ji bo ku wezîrê edaletê Abdulhamît Gul û wezîrê tenduristiyê Fahrettîn Koca bi bersivînin, pêşnûmepirsek pêşkêşî meclisê kir.

Di pêşnûmepirsê de Leyla Guven ev pirs kirin:

“* Li 92 girtîgehan di mijara şopandina pêvajoya piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê de karek hatiye kirin?

* Ger hatibe kirin, çi hatiye kirin?

* Hûn ê vî karî bi raya giştî re parve bikin?

* Haya wezareta we ji helwestên kêfî û metirsîdar ên rêveberiyên girtîgehan û nexweşxaneyan ên li dijî girtiyên di grev birçîbûnê de bûn heye?

* Der barê van helwestên keyfî de çend gilî li wezareta we hatine kirin?

* Der barê kes û rêveberên giliyê wan hatiye kirin de wezareta we çi kiriye?

* Ji bo xisareke mayînde li bedena kesên demeke dirêj di greva birçîbûnê de mane rû nede, tevî wezareta tenduristiyê hûn karekî dikin?

* Ji bo mexdûriyeta girtiyên ku ji ber lêpirsînê nayên berdan hûn ê tiştekî bikin?

* Hejmara girtiyên ku cezayên wan temam bûne lê ji ber lêpirsîna disiplînê nayên berdan çend e?” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar