Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Guven: Têkoşîna hevpar divê

Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, serdanên xwe yên Stenbolê yên ji bo piştgiriya  “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê didomînin. Heyetê îro destpêkê serdana Kofedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) kir. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îdîl Ûgûrlû, Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Gûrbet Aydogan, Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî bi hevserokan re tev li serdanê bûn.

ZEXT ZÊDE DIBIN
Di serdanê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û diyar kir ku her çiqas bi awayekî fîzîkî ne li cem hevbin jî têkoşîna ber bi heman cihê ve diherike û wiha got: “Armanca van têkoşîna Tirkiyeke demokratîk û Kurdistana azad ku kurd karibin xwe tê de azad bînin ziman e. Bi salan e em ji bo vê têkoşîn didin. Desthilata AKP’ê her ku diçe zextên xwe zêdetir dike. Ji bo demokratkirina pergalê divê têkoşîna kedê û siyasî bibe yek.”
DEMOKRASÎ NANÊ KARKERAN E
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû jî diyar kir ku armanca wan yekbûna têkoşîna kedê û têkoşîna demokrasiyê ye û ev tişt anî ziman: “Li cihê demokrasî tunebe mafên karkeran tune ne. Demokrasî nanê karkeran e. Di pêvajoya pandemiyê de jî derket holê ku desthilat karkeran naparêze. Em hemû ji zextên desthilatê bi bandor dibin. Di vê pêvajoyê de divê têkoşîna demokrasiyê bê mezinkirin.”
Piştî Guven û Çerkezolgû Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axaftinek kir û destnîşan kir ku bingeha têkoşîna demokratîk ava dikin.
Heyet ji vir derbasî Rojnameya Agosê bû û bi Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan re hevdîtinek kir. Piştî serdana xwe ya li vir heyet derbasî avahiya HDP’ê ya Stenbolê bû. Tê payîn ku heyet serdana Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) jî bike.
STENBOL
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar