Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin, bi wesîleya Roja Dayikan, ji Jinnewsê re nameyek şand. Guven, bi nameya xwe re ji Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Plaza De Mayo, dayikên ku zarokên xwe winda kirine û hemû dayikên têkoşer re peyam şand.
Guvenê di nameya xwe de cih da van îfadeyan:
“Ji bo dayikên me yên rêzdar ku ji her alî ve ji nû ve rûkenî fêrî me kirin piştî her komkujiyê ji nû ve hêvî fêrî me kirin û piştî her dijhiqûqiyê vejîn ji nû ve fêrî me kirin.
Ez ji zindana Xarpêtê silav û rêzdariyên xwe dişînim, destên we yên pîroz maçî dikim. Ez bawer dikim ku hûn Dayikên Aştiyê wek her tim westandî ne. Ji ber hûn her tim li dijî dijhiqûqiyan, bêdadiyan, newekheviyê têdikoşn. Li ku derê cîhanê pevçûn û şer hebe kezeba we dişewite. Ji Dayikên Plaza De Mayo heta Dayikên Şemiyê û hûn Dayikên Aştiyê, bi berxwedana xwe ya ku sînor bezandine, ji bo civakê her tim bûn hêvî. We kezeba xwe ya dişewite xist nav mista xwe û ji bo azadî û aştiyê hûn welat bi welat geriyan. We ji polîsên ku bi copan êrîşê we kir, dadgerê dijhiqûqî hûn darizandin û leşkerên ku deriyên we şikandin û ketin hundir, gardiyanên ku lêgerîna tazî li we ferfz kir re we got em aştiyê dixwazin. Bi zimanê ku hûn nizanin belkî jî yekane gotina ku we fêr kiriye ‘Aştiye’.
Hûn dayikên fedakar, ji ber êş û elema şer baş dizanin her tim di aştiyê de israr dikin. Di her şert û mercî de hûn li zarokên xwe û daxwazên wan xwedî derketin. Israr û berxwedana we ya li qadan û ji bo aştiyê wek kulmekê li ruyê kesên digotin ‘Bila kurd dayikên xwe nebînin’ ket. Yên di şer de israr dikin yên maseya çareseriyê qulipandin, van rojan dîsa bêyî şerm bikin, wê roja dayikan pîroz bikin. Roja Dayikan ya afirîneriya modernîteya kapîtalîst e, di esasê xwe de birînên we girantir dike. Ev daxuyaniyên sexte û bêsamimiyet hêrsa we zêdetir dike. Ji ber hûn dizanin ku siyasetmedarên ku zarokên xwe li Amerîkayan didin xwendin yê we jî dişînin leşkeriyê.
Yên ku zarokên we yên ku we bi delalî xwedî kirine terorîst îlan dikin, tu car êşa we fêm nakin. Esmer Tunç dayikeke û du kurê xwe di jêrzemînên Cizîrê de cenazeyên wan teşhîs kir. Her wiha hestiyên kurê dayika Halîse bi koliyê bi kargoyê hatin şandin. Dayika, Cemîle Çagirga cenazeyê keça xwe di cemedankê de veşart. Dayika Emîne lêgerîna xwe ya edeletê didomîne û tiştên ku ev dayik dijîn tu car ew nizanin. Li welatê ku ji sedî 99 misilmanin dayik ji bo kevirê gora zarokên wan neyên şikandin nobetê digirin. Girtî bi îşkencê tên qetilkirin û ji bo cenazê wesayîta cenazeyê nayê dayîn. Heta ji aliyê mele cenaze nayê şûştinê. Nahêlin dayik şîna xwe bigirin. Êrîşê mala sersaxiyê dikin. Gelo ev feraset wê çawa bê îfadekirin…
Dayikên me dipirsin ‘Ev rewşa rihekî çawa ye? Ev hêrsek çawa ye? Ev dijminahiyeke çawa ye?’ Ger ku em vê ferasetê bi gotina dayikên xwe îfade bikin ‘Bila xwedê tiştên ku bi me kirine hezar carî bide wan’. Di rojên borî de di meha Remezanê de Besra Erol a 67 salî ku dil bi kule û bi rojî bû, ji Girtîgeha Mûşê sirgunê girtîgeha Xarpêtê hat kirin û 14 rojan di karantînayê de ma. Gelo ev bi kîjan nirxên Îslamî wê bê vegotin? Dayika Besra kurê xwe di komkujiya Pirsûsê de şehîd daye û ji ber gotinên ser cenazeya kurê xwe hatiye girtin. Ev pergal dijminê hemû kesên ne li alî wan e. Em bi desthilatdariyeke ku êşa dayikan fêm nake re rû bi rû ne. Xerabiya herî mezin jî li dayikên bi êş yên li ber HDP’a Amedê kirine. Êşa wan bi kar tînin, hedefê berovajî dikin û bi salane ew mehkumê wan konan kirine û li ser wan siyasetê dimeşînin.
Ev projeyek taybet ya Wezîrê Karên Hundir e. Di esasê de ji bo cihê xwe biparêze û ji bo bikeve çavê du lîderan vê rêbazê pêş dixîne. Em bawer dikin ku wê dayikên li wir rûdinin demek nêz de vegerin malên xwe û ligel dayikan cih bigirin. Wê pergal zêde nikaribe bikeve navbera dayikan. Êşa hemû dayikan êşa me ye.
Dayikên Aştiyê yên binirx; Me jinên kurd îmze avêt serkeftinên gelek girîng. Li Rojava û hemû parçeyên din jinên kurd di tevgerên jinên cîhanê de cihekî girîng girtin. Rastî, duristî û paqijiya em ji we fêr bûne, me hewl da em tev li siyasetê bikin. Gotina ‘bila serê we yê jêkirî bê lê yê tewandî neyê’ ya we fêrî me kiriye her tim ji bo me bû esas. Em jinên girtî ji hemû dayikên xwe re dibêjin; Qet ji bo me xemgîn nebin. Em her tim başin û bi moral in. Em moralê xwe ji laçikên we yên spî digirin. Em li girtîgehan jî bi zimanê xwe yê qedexekirî stranan dibêjin û govendê digerînin. Bila dilê we û gelê me rehet be.
Rojên ku hemû dayik zarokên xwe hembêz bikin, rojên ku wê aştî û aramî li ser erdnîgariya me serdest be, nêzin. Ji Dayika Uveyş heta Dayika Taybet, ji Dayika Berfo heta Dayika Hatun, soza me ji bo hemû dayikên Aşiyê Dayikên Şemiyê û dayikên girtiyan e; Ne demek dirêj em ê di demek kurt de bi we re li Qada Amedê ya Şêx Saîd bên gel hev. Heta wê rojê baş li xwe binêrin. Hûn ji xwe dizanin, hêvî ji serkeftinê binirxtir e. Silav û rêz.
Leyla Guven û girtiyên jin ên ligel wê.”