Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HAK-PAR’ê ji bo yekitiyê banga peymana hevpar kir

Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Latîf Epozdemîr got ku ji bo pêşîlêgirtina êrîşên li ser kurdan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye. Epozdemîr diyar kir ku divê ji bo yekitiyê peymaneke hevpar bê avakirin

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr û rêveberên partiyê li Lokala Baroya Amedê bi rojnamegeran re civiyan û pirsên wan bersivandin. Di civînê de Epozdemîr diyar kir ku wan di kongreya xwe ya 8’emîn de biryarên girîng dane. Epozdemîr got ku yek ji mijarên girîng ên di civînê de hatiye nîqaşkirin jî yekitiya neteweyî ye.

Latîf Epozdemîr got ku gelemperiya dewletên cîhanê li dijî zilma li ser kurdan bêdeng mane û wiha dom kir: “Kes nikare pêşî li azadiya kurdan bigire. Li Îranê kurd tên bidarvekirin, li başûrê Kurdistanê referandûma wan rastî êrîşê tê û li rojavayê Kurdistanê jî rastî êrîşên hêzên emperyal tên. Li Tirkiyeyê jî li ser kurdan faşîzm heye. Divê ev êrîş di zûtirin dem de bi dawî bibin.”

Bi berdewamî jî Epozdemîr anî ziman ku ger zîhniyeta yekperest a li Tirkiyeyê wiha bidome dê pirsgirêkên heyî mezintir bibin û wiha bi dawî kir: “Li şûna vê zîhniyetê divê pergaleke demokratîk û azadîxwaz bê avakirin. Li şûna pevçûn, zilm û zextan hewcehî bi aştiyê heye. Daxwaza federasyonê ku li hemû cîhanê heye divê li Tirkiyeyê jî bikeve meriyetê. Kurd dikarin bi ruhê yekitiya neteweyî pêşî li êrîşan bigirin. Yekitiya kurdan gelek girîng e. Divê peymaneke hevpar û yekitiyê were avakirin.  Niyet girîngê lê divê gavên şênber werin avêtin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar