Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hakan Fidan, derket ser kar!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Wisa diyar e, Wezîre derve yê Tirkiyeyê H.Fidan, bi lez dest bi karê xwe kir, yê ku jê re hatiye destnîşan kirin.

Gelek şîrovekar, di heman dîtinê de weke hev dibêjin, “karê vî kesî jî ji aliyê eqlê jor ve hatiye diyar kirin”. Jiber ku karûberê derve, weke heman karên din ên aborî, xezîne, banka navendî, ewlekarî, leşkerî û hwd.ji bo “xwediyê projeya politik” pir giring e.

Bi taybetî ji bo van karên mijara gotinê ne “ew” jî, miroven xwe yên taybet û pispor erkdar dikin.

Li goreyî tê xwuya kirin, eniya bi pêşengiya DYA’yê, pir giranî daye ser Rojhilata Navîn û ji bo erkdariya vê herêmê, li gel diplomatên xwe yên yekser/direkt, yên herêmê jî dixin rê. Leza Hakan Fidan, parçeyek ji giringiya vê planê û vê rojeva nû ye.

Jixwe, weke tê zanîn sedema sereke ya hiştina li ser kar a serokkomariya R.Erdogan, jiber hewcedariya lezgîn a rojeva cîhanî ye. Jiber, bi lez pêdivî bi rêgirtina li ber pêşketina mezin û berfirêh a eniya bi pêşengiya Rûsya û Çînê heye.

Ev pêdîvî û hewcedariya pêşîgirtina vê eniya Rûsya û Çînê, ji bo eniya wan, weke gotina aktuel; mijarek “beka” ye/man û nemanê ye.

Lewma ji alîkî ve yekser wezîrên xwe yên karûbarên derve, wezîrên ewlekariyê, yên aboriyê û hwd.dişînin herêmê, ji aliyê din ve jî, nûnerên xwe yên weke dewleta tirka erkdar dikin û dixin nava vê tevgêra xwe.

Her wiha li milekî ji bo hevpeyniya NATO xurt bikin hewl dide, li milê din jî dewletên mîna Tirkiyeyê, Israilê, Urdunê, Misrê, û Iraqê tevgêr dike.

Ew leza ji bo ku Finlandiya û Swêdê bixin NATOyê, jiber vê giringiya konjoktora cihanî ye. Ew gotinên ku dibêjin “Tirkiye delaliya dike, berxwe dide, bazarê dike”, rastiya mijara vê gotinê vedişêre. Lewra R.Erdogan, li himber DYA’yê û NATOyê ne xwedî îradeyek wisa ye. Berovajî, yek ji noker û nonerê wan ê herêmê ye, li goreyî çarçoveya wan tevdigere, ne li goreyî îrade û daxwazên xwe! Hilbet wê bixwaze hîn pirtir ji van nakokiyên cîhanê sûd werbigre, lê him cîhan ewqas ne bêxwedî ye him R.Erdogan ewqas ne xwedî viyanek azad e.

Bêgûman, dibe ku devê R.Erdogan hinek şêrîn bikin, hinek zêdetir hestiya bavên ber, lê Wî nêzî armancên xwe yên stratejîk nakin.

Bi tenê ji bo ku hîn pirtir bidin xebitandin, ji bo armancên xwe bi destên wî pêk bînin; dibe ku kêm be jî, ji destxistina hinek pariyên biçûk, ji wî re çavên xwe bigrin.

Bi taybetî ji bo li dijî Îranê û li dijî Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê hîn xurtir bide xebitandin, her wiha bi giştî jî hîn berfirehtir li dijî eniya Rûsya û Çînê bi karbîne, di vê demê de jiber hinek xisletan hewcedariya wan jî pê heye; mîina bikaranîna îslamiyetê lewma temenê reveberiya wî hinek dirêj dikin.

Weke tê xuya kirin, gûman xwurtir dibe ku hinek dewletên Ewrûpayê, mîna Fransa û Almanya, ne pir xweşhalin ji projeyên DYA’yê û Britanyayê. Her wiha, bûyerên li Fransayê rûdidin, weke bersîv ji bo hilwest û siyaseta Fransayê tên dîtn!

Bê gûman hişyarî û hostaya xurt divê ji bo van bûyer û hewldanên vê dema dawî.

Nûçeyên Têkildar