Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Halîse Aksoy bi ‘têkiliya’ keça xwe û kurê xwe yê mirî re hat sûcdarkirin!

Di îdianameya der barê Halîse Aksoy a hestiyên kurê wê di qutiya kargoyê de hatin teslîmkirin de bi îdiaya “ji bo endamên rêxistinê malên pêbawer peyda bikin” heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Aksoy bi sûcdariya ku bi keça xwe û parêzerê xwe û bi kurê xwe re 'di têkiliyê de ye' tê sûcdarkirin. 

Halîse Aksoy ku raya giştî wê bi cenazeyê kurê wê Agît Îpek ê li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî bi kargoyê jê re hatibû şandin nasdike, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de hatibû binçavkirin û di 28’ê nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Derbarê Aksoyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan daxwaza cezayê hefsê îdianame hat qebûlkirin. Îdianameya ku derbarê Aksoy de bi îdiaya “ji bo endamên rêxistinê malên pêbawer peyda bikin” hat temamkirin ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

Polîs 3 sal in mala wê dişopînin
Di îdianameyê de derket holê ku piştî 2 mehan wergirtina hestiyên kurê wê ya di 2’yê adara 2020’an de mala wê ya nû ji aliyê tîmên Miduriyeta Polîsan a Amedê ve  hatiye şopandin û hat diyarkirin ku bi îxbarekê bi ser malê de girtine. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku endamên Meclisa Partiyê (PM) û Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rojekê piştî îxbara di 23’ê kanûna 2020’an de hat kirin li mala Aksoy hatin binçavkirin weke “endamên rêxistinê” hatin pênasekirin lê qala berdana her çar endamên HDP’ê ya di heman rojê de û biryara neşopandinê ya derbarê Aksoyê de nehate kirin.
Di îdianameya ku şahida vekirî Umît Akbiyik îdia dike ku ew “maleke pêbawer” e û “mala pêbawer a rêxistinê ye” tê îdiakirin ku siyasetmedar jî di nav de bi dehan kes li mala ku tê îdiakirin “veşartî ye û pê bawer e” dimînin. Di îdianameyê de navên kesên ku di îfadeyên Akbiyik de û di lêpirsîna polîsan de li ‘mala pêbawer’ a Aksoyê mane jî hene. Hat diyarkirin ku E.K., H.B.K., H.D, C.Y., N.O., S.A., A.P., B.Y., B.U., S.A., M.S.A., Z.K., V.B., H.G., S.A., A.C., D.K. li mala Aksoy mane. Di îdianameya ku gelek ji wan hêj jî bi awayekî aktîf siyasetê dimeşînin weke “endamê rêxistinê” cih digirin de hat îdiakirin ku Aksoy bi wergirtina van kesan a malê “ji bo endamên rêxistinê cihêkî pêbawer peydakiriye”. Her wiha alîkariya xurekê ku Aksoy di pêvajoya pandemiyê de ji bo hewcedar bû wergirtiye jî di nava sûcdariyan de cih girt.
Bi keç û parêzerê xwe re di nav têkiliyê de ye
Di îdianameyê de cih dan van gotinên şahidê vekirî yên derbarê Aksoyê de “Kesa bi navê Halîse di hin deman de hevpeyvîn dikirin û bi rojnamevanan re hevdîtin dikir. Di van hevdîtinan de zêdetir ji ber lawê wê li çiya jiyana xwe ji dest da bi armanca propagandayê hevpeyvîn dikirin.” Aksoy dîsa bi têkiliya rojnamevanên ku pê re hevpeyvîn kirin hat sûcdarkirin. Di îdianameyê de bi têkiliya rojnamevan Berîtan Canozer û Derya Ren ên piştî cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hat şandin pê re axivîn jî hat sûcdarkirin. Aksoy her wiha bi hincetên sînyalên telefonan û qeydên HTS’ê têkiliya bi keça xwe Mizgîn Karataş û parêzerê wê Mehmet Oner re jî hat sûcdarkirin.
Îdiayên nakok
Di îdianameyê de îfadeyeke din a binakok bû ya kesê bi navê Serhat Karataş e. Di îdianameya ku dîroka îfadedayîna Karataş cih nagire de tê gotin ku Aksoy di 10’ê adara 2019’an de çûye mala ku lê dimîne, lê Karataş îdia kiriye ku Aksoy ji mala xwe ji bo xwepêşandêrên ku di salên 2015-2016’an de di dema qedexeya derketina derve de li kolana Sentoyê beşdarî pevçûnê bûne xwarin û vexwarin aniye. Di îdianameya ku gotinên Karataş ên “Dema me çalakî dikirin vê jinê ji me re nan, meqerne û şorbe dianî” tê de cih girt de hat îdiakirin ku Aksoy “malbata nirxan e” û girteka vê jî di 20’ê adara 2023’yan li dosyayê hatiye zêdekirin.
Têkiliya bi rêxistinê re
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Aksoy ji ber kurê xwe Agît Îpek ê hat kuştin û keça wê Ş.Î. ku hat diyarkirin tev li rêxistinê bûye, têkiliya wê bi rêxistinê re heye û di nava rêxistinê de weke “malbata nirxan” tê penasekirin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku ji ber sûcên Aksoy jê tê sûcdarkirin sûcê “endamtiya rêxistinê” kiriye.
Bi qebûlkirina îdianameya ku ji Aksoy re ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan cezayê hefsê tê xwestin re danişîna dozê ya ewil dê di 6’ê cotmehê de bê lidarxistin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar