Du sedemên harbûyînê hene. Tirs û tengavbûn.Tirs û tengavbûn mirov dîn û har dike. Çiqas har dibe, ewqas teng dibe çiqas teng dibe ewqas ditirse. Ev tirs, tirsa mirinê ye. Tirsa tekçûyin û binketinê ye. Ji tirsa têkçûyîne, dilerizin, diricifin. Çiqas têkçûyîn nêz dibe, ewqas har dibîn. Çiqas har dibîn, ewqas têk diçîn.
Bi êrîşên li ser Zap, Metîna û Avaşînê dixwestin seranserê Qadên Parastinê yê Medyayê dagir bikin. Şengal, Mexmûr bi fetisînin. Hîn deverên Rojava dagir bikin. Sedsala Komara Tirkiyeyê de, serkeftina xwe îlan bikin û herin hilbijartinê. Lê ev şeş mehe berxwedana li Zap, Metîna, Avaşînê hemû hesabên wan vala derxist. Ji ber ku biserneketin şaş, fahş û har bûn. Ji ber vê hârbûnê, çekên kîmyewî bi kar tînin. Ji ber vê yekê, leşkerên xwe li ber çavê hemû cîhanê şewitandin.
Bûyera teqîna li Kolana Îstîklal a Stenbolê ji bi vê harbûyînê ve girêdaye. Mirovên har bibê nizane ku çidike di destê wî de dimîne. Pêve dizeliqe. Bûyera Stenbolê jî di destê wî de ma. Li ser sûc hat girtin. Di destê wî de teqiya. Kesî bawer nekir ku ew bombe ji aliyê PKK’ê ve hatiye teqandin. Lê aqilê dewleta tirk biryara xwe dabû ku vê bûyerê bixe stûyê PYD’ê û êrîşê Rojava bike. Bi ve bûyerê biryar dabûn ku konseptek êrîşên berfireh li hember destkeftiyên kurdan bidin destpêkirin.
Ji ber vê yekê di 20’ê mijdarê de dest bi êrîşek berfireh kirin. Di heman şevê de bi dehan balefiran, êrîşê Kobanê, Dêrik, Qamişlo, Şêrawa, Qendîl û Asose kirin. HPG daxuyanî da ku wendahiyên wan tûnene. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) da xuya kirin ku 5 şervanên wan û 15 leşkerên dewleta Suriyeyê jiyana xwe ji dest dane. HSD’ê jî daxuyanî da û got şervanek wan û 13 sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Rayedarên dewleta tirk wek koroyek û wek papaxanan heman tiştî bi heman devî gotin. Erîş bi teqîna Stenbolê ve girêdan û bi dîmenan dan xuyakirin ku Erdogan biryara van êrîşan daye. Tê xuyakirin ku ji bo van êrîşan destûr ji DYA û Rûsya ji hatiye girtin. Eger destûra van hêza nebe dewleta tirk nikare êrîşek hewayî ewqas berfireh li darbixe.
Rastiyek heye ku ev êrîş her roj tên kirin. Her roj êrîşên Rojava, Şengal, Maxmûr û başûrê Kurdistanê dike. Tenê yek ferq heye. Di heman şevê de li ser hev kir. Erîşen bi vî rengî, dem dem dike, lê êrîşên rojane her roj dike. Bi van êrîşan ne Rojava tek çû, ne Tevgera Azadiya Kurd qels bû ne jî gelê kurd xilas bû. Lê bi berxwedanêk mezin ev êrîş vala hat derxistin û faşîzma AKP-MHP anî ber qedandinê.
Wiha xuya ye ku, êrîşên ku di asta hovîtiyê de ne wê berdewam bike. Ji ber ku desthilatiya wan diçe û wê mezin winda bikin. Ji bo li ser desthilatê bimînin wê hemû hovitiyan bikin. Ew ji kevneşopiya ku ji bo desthilatî xwişk û birayên xwe û zarokên xwe yên di dergûşê de kuştin, digirin. Tekçûyîn çiqas nêz dibe hov û hovîtî ewqas zêde bibe. Dive berxwedan û têkoşîn ji ewqas mezin bibe. Li dijî hovîtiya serdemê berxwedan û têkoşîna serdemê wê bi serbikeve.