Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hasan Cemal: Heta doza kurdan neyê çareserkirin wê li Tirkiyeyê tiştek pêk neyê

Yek ji namzetên Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal diyar kir divê beriya her tiştî doza kurdan bê çareserkirin û got, "Pergaleke xerab û hilweşiyayî heye. Divê em rejîma yekzilamî hilweşînin û bi komara demokratîk welat ji nû ve ava bikin.”

Rojnameger, nivîskar, yek ji namzetên Partiya Çepên Kesk a Herêma 2’emîn a Stenbolê Hasan Cemal, têkildarî pêvajoya hilbijartinê ji ANF’ê re axivî.

Cemal diyar kir ku hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên 14’ê gulanê dîrokî ne û ev tişt anî ziman: “Ez vê hilbijartinê weke ‘hilbijartineke dîrokî’ û weke ‘hilbijartina qederê’ bi nav dikim. Em di qonaxeke krîtîk de ne. Ev bîst sal in Tirkiye gelekî xerab tê birêvebirin, bûye welatekî krîzan. Niha pêwîst e ev welatê krîzan ji nû ve were avakirin. Bi komareke demokratîk em dikarin vê bikin.”

‘Divê em welat ji nû ve ava bikin’

Cemal di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêja kurdan û wiha got: “Divê em pirsgirêkan bi taybet pirsgirêka kurdan deynin ser rêya çareseriyê. Divê efû were îlankirin û girtiyên siyasî bên berdan. Rojnameger divê bên berdan. Divê heq, hiqûq û edalet ji nû ve pêk were, divê Tirkiye bi van ji nû ve bê avakirin.

Tişta ku ji Tirkiye hewce ye ev e ku di bin banê parlamentoyê de ruhê lihevkirinê çêbike û bi vî ruhî pirsgirêkan çareser bike. Heta niha di qada siyasî de aliyên siyasî ji dêvila reqîb wekî dijminê hev tevgeriyan. Civaka Tirkiyeyê ji hev hate dûrxistin û bi rejîma yekzilamî re, ev rewş xerabtir bû.”

Pergaleke gemarî û hilweşiyayî heye, divê em wê biguherînin, lê gava yekem a vî tiştî ev e ku em rejîma yekzilamî di dîrokê de veşêrin. Heke em li Tirkiyeyê bi dengên gel vê rejîma yekzilamî neşînin, wê tiştên xerab pêk werin.”

‘Pirsgirêkên herî giran di wextê xwe de çareser bikin’

Cemal bal kişand ser girîngiya hêza Partiya Çepên Kesk a Meclîsê û çanda lihevkirinê û wiha got: “Damezirandina komeke xurt a ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve çareseriya pirsgirêka kurd a di bin banê Meclîsê de hêsan dike û leztir dike. Lê divê li vir xalek were destnîşankirin: Zîhniyeta dijmin bi salan li Tirkiyeyê li ser siyasetê serwer bû. Aliyekî aliyê din wekî dijmin dît. Divê em vê ferasetê ji holê rakin. Divê em lîstika siyasetê ne wekî di navbera dijminan de lê wekî têkoşîna di navbera reqîban de bibînin.  Divê siyaseta li Tirkiyeyê ruhê lihevkirinê li cihekî bi dest bixe. Me her tim li ber xwe da. Ji ber ku me nekarî em bigihêjin vê yekê ku Tirkiye ber bi xitimandinê ve çû. Divê em bibêjin ‘Were xweşk û birayê min, em rûnin, biaxivin, diyalogê bikin, hinek tiştên tu dibêjî rast e hinek jî tiştên ez dibêjim rast e, li cihekî ez li cihekî din tu gavekê bi paş ve bavêje, em xalên lihevhatinê bi dest bixin û bi vî awayî pirsgirêkên herî giran di wextê xwe de çareser bikin. Werin em vê zihniyetê bi ser bixînin.

‘Divê em di navbera mûxataban de kanalên diyalogê vekin’

Cemal, anî ziman ku pirsgirêk li ser maseyê çareser dibe û ev tişt got: “Divê careke din çareseriya pirsgirêka kurd di bin sîwana Meclîsê de be. Pêwîste pirsgirêk bi demê re, bê lez û bez, bê tevlihevkirina tiştên pêşî û dûre were kirin, bi diyalog û muzakereyê were kirin. Heta ku doza kurdan neyê çareserkirin diyar e ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê, pirsgirêkê ji ekonomiyê heta pergala hiqûqê wê neyê çareserkirin. Di pêvajoyên çareseriyê de mûxatab hene, divê em di navbera mûxataban de kanalên diyalogê vekin. Divê em di dema xebitandina kanalên diyalogê de gelekî baldar bin, ji tecrubeyên berê dersê bigirin û lezê nekin. Divê ji ya hêsan dest pê bike û bi demê re belav bibe. Ev tiştekî ku dibe bila bibe. Me ji berê ezmûn girtiye. Wisa diyar e heta doza kurdan neyê çareserkirin wê li Tirkiyeyê tiştek pêk neyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar