Li Colemêrgê, welatiyê bi navê Macît Demîr (35) ku beriya 3 rojan hat girtin û duh di saetên nîvro de hat îdiakirin ku li Girtîgeha Colemêrgê întihar kiriye, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Demîr ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hat hînbûn ku dê cenazeyê Demîr piştî karên otopsiyê li navçeya Geverê ya Colemêrgê bê veşartin.
Hat hînbûn ku Demîr, beriya bi şertê ‘kontrola edlî’ hatiye berdan û ji ber ku neçûye îmzeyê derbarê wî de biryara girtinê hatiye dayîn û beriya 3 rojan hatiye girtin. COLEMÊRG