Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hat îdiakirin ku PDK dixwaze 160 kesan binçav bike

Hat îdiakirin ku hikûmeta Başûr bi hinceta ku tev li çalakiyên li Şêladizê bûne lîsteyeke ji 160 kesan pêk tê amadekiriye û ji bo pêşwazîkirina wezîr an jî rayederakî tirk ku tê payîn dê di demeke kin de biçe Başûr, dê binçav bike

Li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê, bi hezaran welatiyên Şêladizê, Dêralok û Duhokê di 26’ê çileyê de serî hil da. Di vê çarçoveyê de bi hezaran welatiyan meşek li dar xist û bi ser baregeha artêşa tirk a li Siriyeyê de girt. Çalakvanan baregeha leşkerî tevî amûrên tê de şewitand. Artêşa tirk jî êrîşî çalakvanan kir û 2 welatî qetil kirin. Li ser bûyerê jî li başûrê Kurdistanê peyamên piştgiriyê ya bi welatiyên herêmê re dan.

Lê hikûmeta herêma Kurdistanê li şûna ku dewleta tirk ji ber komkujiyên ku li herêmê pêk anîn şermeza bike, gelê herêmê sûcdar kir û serokwezîrê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan ev gotinên sosret kirin: “Sedema êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê, PKK ye. Divê em sedema êrîşan ji holê rakin.” Gotinên Barzanî di nava gelê kurd de rastî nerazîbûnan jî hat. Li ser serhildana gelê Başûr, serokkomarê dewleta tirk Recep Tayyîp Erdogan wiha di got: “Hinek derdoran xwest ku tevliheviyê derxînin. Lê piştî ku balafirên me rabûn, belav bûn. Hikûmeta Federal a Bakurê Iraqê got ku dê tiştên pêwîst bikin.” Li ser gotinên Erdogan, hikûmeta Başûr kete nava liv û tevgerê û herî kêm 80 welatiyên ku tev li çalakiyê bûn binçav kirin.

Dixwazin çalakvanan bi qanûna 156’an bidarizînin

Ji welatiyên hatin binçavkirin 18 jê ji hêla hêzên asayîşa PDK’ê ve birin Duhokê û têkildarî wan tu agahî nayên bidestxistin. Her wiha welatî hîn nehatine darizandin. Her wiha daraza PDK’ê welatiyên hatin binçavkirin bi qanûna hejmar 156’an di darizîne. Ev qanûn di dema rejîma Sedam de bi hinceta ‘dijberiya ewlekariya neteweyî’ hatiye derxistin û ceazeyê wê jî muebbeta giran e. Malbatên ku agahiyan ji xizmên xwe nagirin, bi fikarin.

Îdiayeke balkêş

Di demeke wiha de îdiayeke balkêş bi raya giştî re hat parvekirin. Li gorî hin îdiayan, di destê asayîşa Duhokê de lîsteya navên 160 kesên din heye û dê ev kesên ku navên wan di lîsteyê de di demeke kin de bên binçavkirin. Çavkaniyên ji Başûr ragihand ku tê payîn ku dê wezîr an jî rayedarekî dewleta tirk di demeke nêz de biçe Başûr û rêveberiya Başûr jî dixwaze weke pêşwazîkirinê van binçavkirinan pêk bîne. Lê îdia hîn nehatiye piştrastkirin. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar