Operasyonên li taxên derdora girtîgeha Sînaa ya Hesekê berdewam in. Di vê çarçoveyê de Hêzên Antî Teror (HAT) vê sibê li taxa Zihûr a li rex girtîgeha Sînaa operasyona lêgerînê-sehkirinê da destpêkirin.
Pêncşema borî, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê êrîş biribûn ser girtîgeha Sînaayê ku 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê lê girtî bûn. Gelek çeteyan xwe li taxa Zihûr veşartin.
Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSD’ê operasyon li dijî çeteyan li dar xistin. Piştî 3 rojan, hêzên leşkerî, çeteyên DAIŞ’ê di sûrên girtîgehê de dorpêç kirin û li taxên li rex girtîgehê operasyonên lêgerînê pêk anîn.
Duh jî HSD’ê gelek avahiyên girtîgehê kontrol kirin û 23 dîlên di destê DAIŞ’ê de rizgar kirin. HESEKÊ