Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Hatîmogûllari: Ji bo deng bênbikaranîn em ê seferber bibin

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got ku li dijî veguhestina hilbijêran a AKP’ê ya polîs û leşkeran, ji bo hemû hilbijêrên li derveyî bajêr dengên xwe bikarbînin dê seferber bibin.

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li Mêrdînê ye. Hatîmogûllari li Stewrê tev li hevdîtina bi gel re bû. Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk û namzetên Stewrê Hatîce Oncu û Selahattîn Onder û parlamenterên DEM Partiyê George Aslan û Bêrîtan Guneş Altin jî tev li hevdîtinê bûn.

Hatîmogûllari ya di hevdîtinê de axivî anî ziman ku li dijî veguhestina hilbijêran a AKP’ê ya polîs û leşkeran ji bo hemû hilbijêrên li derveyî bajêr dengên xwe bikarbînin dê seferber bibin û bal kişand ser hilbijartina herêmî û ev tişt anî ziman: “Mêrdîn ji xwişk û biratiya gelan re baxçeyê bihuştê ye. Xwezî xwişk û biratiya gelan li her derê pêk bihata. Ji ber ku hikûmeta AKP’ê nekarî me di hilbijartinê de têk bibe, serî li tayînkirina qeyûman dan. Qeyûm diz e, hewl da îradeya gel bidize. Qeyûm hewl da ku mafê dengdanê û hilbijartinê ji gelan bigire. Qeyûm dijminê ziman û çandê ye. Li şaredariyên ku em qezenc dikin em girîngiyê didin ziman û çandê. Li şaredariyên ku em bi rê ve dibin, her kesî bi zimanê xwe yê zikmakî xizmet wergirt.

Em soz didin ku em ê dizan bişînin û her kes bi zimanê xwe xizmetê bigire. Qeyûm li vir weke gelek cihan tabelayên kurdî rakirin. Em ê teqez dijminên zimanê dayikê bişînin. Qeyûm pereyên xelkê dizîn. Em ê van dizan bişînin. Qeyûm ji Stewrê re rê neanî û şaredarî xist bin deynan. Hemû xizmetan pêşkêşî alîgirên xwe kirin. Ew ne ji bo xizmetê, bêyî bên hilbijartin ji hêla qesrê ve hatin li hemberî vîna gel hatin şandin.

Hûn ê piştgiriya herî mezin bidin DEM Partiyê ku xwişk û biratiya gelan diparêze. DEM Partî partiya gel e. Piştgiriya we ya ji bo DEM Partiyê peyama herî mezin e ku em ê bidin Tirkiyeyê. Em ê herin ser sindoqan, ji bîr nekin ku dema DEM Partî şaredariyê bi rê ve bibe, hûn ê bi zimanê xwe yê zikmakî xizmetê bigirin, Em ê careke din feraseta azadiya jinê, şaredariya demokratîk a ekolojîk nîşanî dost û dijminan bidin. Em xwişkên Jîna Emînî ne û em ê bi ‘Jin jiyan azadî’ biçin hilbijartinê. Em ê bi îzna Xwedê û piştgiriya we Stewrê bigirin. Em ê di 31’ê adarê de bi hevserokên xwe re li vê qadê govenda serketinê bigerînin.”

Piştî axaftinan Tulay Hatimogullari û şandeya ku pê re derbasî hevdîtina gel a Mîdyadê bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar