Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Hatîmogûllari: Ma ên hişê wan ne temam qey tim rastî me tên?

Tulay Hatîmogûllariyê bal kişand ser êrîşkara ku êrîşîavahiya partiya wan kir û got: “Hewldana êrîşê ya li partiya wan senaryo ye û aşkere ye ku êrîşkar talîmat girtiye. Walî derketiye dibêje; hişê wê ne li ciye. Ma ên hişê wan ne temam qey tim rastî me tên?.”

Li navçeya Seyhan a Edeneyê jina bi navê A.C. di 20’ê tebaxê de hewl da êrîşî avahiya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk bi hev re bi kar tînin. Jina ku ji avahiya partiyê çû, endamên partiyê wê li rawestgeheke otobêsê ya li Kolana Abîdînpaşayê tevî jineke din zevt kirin û ew radestî polîsan kirin. Polîsan her du jinan birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Edeneyê, lê bi hinceta ku “pêwendiya wan bi terorê re tune ye” ew ji vir birin “Şaxa Asayîşê. Jina li cem A.C.’yê jî piştî îfadeyê hat berdan, lê A.C. hê jî li Şaxa Asayişê ye.

Walîtiya Edeneyê têkildarî jina di binçavan de daxuyanî de. Walîtiyê îdia kir ku hişê A.C.yê ne temam e.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllariyê êrîşên li partiya wan tên kirin nirxandin. Hatîmogûllariyê diyar kir ku A.C. ji bo şewitandina avahiya partiyê hatiye û ji ber ku deriyê têketinê venebûye ev yek nekiriye. Hatîmogûllariyê êrîşên berê li partiya wan hatibûn kirin bibîr xistin û got: “Kiryarên ku di sala 2015’an de bombe danîn avahiya partiya me û hevalên me birîndar kirine, nehatin girtin. Tew li gor nûçeyan, destûr hatiye dayin ku birevin Sûriyeyê. Ên êrîşî avahiya me ya navçeya Yiregîrê kirin jî piştî demeke kurt hatin berdan. Kujerê Denîz Poyrazê wekî qiralan hat pêşwazîkirin û ‘qaşo’ tê darizandin.”

Hatîmogûllariyê ji bo lêpirsîna êrîşkar A.C.’yê jî ku dewrî Şaxa Asayişê hat kirin bilêv kir ku ev jî nîşan dide ku bê midûriyeta polîsan û walî çawa nêzî bûyerê dibin û got: “Em jî di warê hiqûqî de çi hewce ye dikin. Em ê vê pêvajoyê hem di warê hiqûqî hem jî di warekî demokratîk de bişopînin.”

‘Ma ên hişê wan ne temam qey tim rastî me tên?’

Hatîmogûllariyê anî ziman ku êrîşa li hemberî partiya wan senaryo ye û got ku qeydên êrîşê hene û êrîşkar bi telefonê hevdîtin kiriye û talîmat girtiye. Htîmogûllariyê bal kişand ser polîsên ku 24 saetan li ber partiyê ne, lê hewldana êrîşê ferq nekirine û got: “Awayê binçavkirina kiryarê jî gelek tiştan dibêje. Şideta polîsan a li hemberî sosyalîst, şorşeger, welatparêz, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê li ber çavan e, lê ji ber ku me li cem êrîşkarê got em ê heya dawiyê vê bûyerê bişopînin, ji me re gotin ‘mezin nekin.’ Walîtî jî sosret e. Piştî ku fail hat binçavkirin bi du saetan, daxuyand ku hişê failê ne temam e. Walîtî bi vî awayî xwe xistiye dewsa psîkyatrîstan û ev yek jî rê me dide ku bi vî awayî armanc dikin ku ser bûyerê bigirin. Lê gava me daxuyaniya xwe de me got ‘Nebî nebî nebêjin hişê wê ne temam e û ser bûyerê negirin.’ Lê em nexafilîn. Eynî wiha kirin. Ma ên hişê wan ne temam qey tim rastî me tên? Qey em paratonerê wan in? Lê hişê wan têra xwe li serê wan e.”

‘Em partiya hêviyê ne’

Hatîmogûllariyê li dijî êrîşan îşaret bi têkoşîna hevpar kir û got: “Tevî vê tariyê, tevî hîle û xurdeyên di hilbijartinê de hatin kirin, tevî encamên ne rewa jî, em hê jî hêviya guherînê û têkoşînê ne. Partiya me û hêzên şoreşger û demokrasiyê hêviya guherî ne. Lewma em bi awayekî sîstematîk rastî êrîşan tên. Lê em ê bênavber têkoşîna xwe bidomînin û ruhê hêviyê belav bikin û xwe bi rêxistin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar