Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

‘Hatina artêşa tirk senaryoya paşxistina hilbijartina Başûr e’

Beşek ji endam û berpirsên partiyên siyasî yên li Helebceyê gotin: “Her dema ku dixwazin rê li ber hilbijartinan bigirin, li welat qeyranekê çêdikin û paşde dixin. Niha jî ji bo wek gelek carên din hilbijartinê paş bixin, mînak hatina artêşa tirk dikin hincet.”

Piştî bi caran paşxistina dema lidarxistina hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê, serokê demborî yê başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku 20’ê cotmeha îsal de hilbijartina Parlamentoyê were lidarxistin. Amadekariyên hilbijartinê dibin pêşengtiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de tên rêvebirin û berdewamin.

Lê ji ber leşkerkêşan û dagirkeriya dewleta tirk ya ku bi hevkariya PDK’ê li nav başûrê Kurdistanê belav dibe, çavdêr bi gumanin ku carek din hilbijartin neyê lidarxistin. Der barê mijarê de beşek ji berpirs û endamên aliyên siyasî yên Helebceyê ji Rojnews’ê re axivîn.

Berpirsê Foruma Tevgera Goran ya li Helebceyê Nizar Mehmud wiha dest bi axaftina xwe kir: “Her welatek ku bixwaze li welatî wî demokrasî hebe, divê dema hilbijartina hatî diyarkirin kes nekare biguherîne. Niha ev guhertina di hilbijartinê de tê kirin û tê paşxistin têkiliya wê bi partiya desthilatê ve heye. Ji ku ew dema dixwazin de hilbijartin were lidarxistin. Bi berdewamî paşxistina hilbijartinan gelek gumanan dixe li ser piroseya siyasî û statuya Herêmê ji aliyê civaka navdewletî ve ku hurmet û heybeta statuya Herêmê tê xistin. Pêwîst nake ku partiyên siyasî daxwaza diyarkirin roja hilbijartinê bikin, divê ew roj di dîroka desthilatdariyê de cih bigire.”

Li gorî Nizar Mehmud dibêje ji hinek partiyan re xweşe ku hilbijartin di dema hatî diyarkirin de neyê kirin û wiha domand: “Kurdistanê di rewşek re derbas dibe ku karê siyasî û hizbî hatiye jibîrkirin, ji ber ku aliyên siyasî ditirsin dengên ji xwe re pêwîst negirin û xelk neçin ser sindoqan. Her dema ku dixwazin rê li ber hilbijartinan bigirin, li welat qeyranekê çêdikin û paşde dixin. Niha jî ji bo wek gelek carên din hilbijartinê paş bixin, mînak hatina artêşa tirk dikin hincet.”

Endamê Hizba Komînîst a Kurdistanê yê li Helebceyê Ebdulla Ehmed jî der barê heman mijarê de axivî û ev tişt anî ziman: “Ji ber nakokiyên di nav mala kurdan de, artêşa dagirker hertim tê Herêma Kurdistanê û dagirkeriyê pêk tîne. Heta ku partiyên siyasî û berpirsên pilebilind ên Herêmê, li pey berjewendiyên hizbî bin û pişta xwe bidin berjewendiyên gel, em ê destkeftiyên xwe ji dest bidin.”

Ebdullah Ehmed ragihand ku heta ku partiyên desthilatdar li Kurdistanê berjewendiyên xwe nekin yek û pêşeroja wan neyê misogerkirin, hilbijartin nayên kirin. Ebdullah Ehmed got: “Tişta ku li herêmê tê kirin ne hilbijartin e. Ji ber ku di hilbijartinan de ger partiyek li ser desthilatê xirab birêve biçe, divê xelk wî ceza bike, lê desthilatdarî bi wî cezayî bawer nake.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar