Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Hatûn: Em ê bi gel re pêvajoya ji nû ve avakirinê bidin destpêkirin

Namzetê Heşaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn diyar kir ku dema ew hatin ser wezîfeyê wê li bajar ji nû ve pêvajoya avakirinê bidin destpêkirin û ev tişt got: “Em ê car din destkeftiyên xwe bi dest bixin û pêvajoya avakirinê ji nû ve bidin destpêkirin. Di vê pêvajoya avakirinê de em ê bi gelê xwe re bi xaka xwe ya dewlemend qadên bi bereket ava bikin.”

Di 31’ê Adarê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartinên xwecihî pêk bên. DEM Partî li Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê xwedî îdia ye û bi ferqeke zêde şaredariyan bi dest dixe. DEM Partî ji hemû pariyan cudatir bi pergala hevşaredaran û bi gel re bajaran bi rê ve bibe. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sala 2016’an ve ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin. Bi sedî 55 dengan Gultan Kişanak û Firat Anli hatibûn hilbijartin, lê di 1’ê mijdara 2016’an de qeyûm li şûna wan hate tayînkirin. Her wiha di 19’ê tebaxa 2019’an de jî li şûna Hulya Alaokmen Ûyanik û Selçûk Mizrakli ku bi sedî 63 dengan hatibûn hilbijartin, qeyûm hate tayînkirin. Kinak 8 sal, Mizrakli jî 5 sal in di girtîgehê de ne.

Ji namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn têkildarî xebatên hilbijartinê û projeyên ku wê piştî hilbijartinê bixin meriyetê agahî da.

Hatûn bal kişand ser texrîbata qeyûman a li bajar wiha got: “Eger hûn pêkhateyek bajar bin, hûn ê têkildarî bajar berpirsyarî hîs bikin. Ji ber ku me sûc û texrîbatên qeyûm ên li bajar dît, me xwest berpirsyarî bigirin ser xwe. Dema em di nava xebatên rêxistinên civakî yên sivîl de, me baş dît ku qeyûman çi texrîbat kirine. Me ev yek ji raya giştî re ragihand û kir rapor.

Li dijî polîtîkaya talan û nelirêtiyê ya qeyûman divê têkoşîn bê kirin. Ji ber têkoşîna me ya li dijî şaşitiyên qeyûm, em hatin darizandin û xwestin ku me bêdeng bikin. Me hewl da nirxê vî bajarî biparêzin. Ev berpirsyarî di heman demê de nuqteya me ya derketinê ye. Ji bo ku em îradeya xwe car din bi dest bixin, em bûn namzetê hevşaredariyê. Gelek tişt hene ku em li vî bajarî bikin. Gelek gotinên me hene ku em têkildarî vî bajarî bêjin, gelek proje hene ku em pêk bînin. Di qada ziman, çand û hunerê de gelek projeyên me hene. Em vî bajarî baş nas dikin.”

Hatûn destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên qeyûm gelê Amedê nikare bi îradeya xwe ya azad bijî û wiha pêde çû: “Divê mirov qeyûman rast tehlîl bike. Dema ku sala 2016’an qeyûm hatin tayînkirin, em di pêvajoyekê de bûn argumanên şer û derbeyê pir hebûn. Bi hatina qeyûm re yên digotin em ê xizmetê bikin, xizmet ji vî gelî re nekirin. Qeyûm ne ji bo xizmetê, ji bo çewisandina civakê li vir in. Dema qeyûm hatin, li hemberî saziyên ziman, çand, huner, jinan, ciwanan û zarokan polîtîka meşandin û hemû sazî girtin. Wan hesiband ku bi desteserkirina şaredariyan wê ev kar biqede. Berevajî wê civakê ji xwe re argumanên cuda peyda kir û xebatên xwe bi lez kir. Her wiha ciwanên me yên xwendekar bêkar dimînin. Di pêvajoya qeyûm de têkoşîna li dijî xizaniyê nîne, qada îstihdamê ava nakin. Ji dervey polîtîkaya dizîtî, rant û talanê ti polîtîkayeke din a qeyûm nîne.”

Hatûn diyar kir ku dema ew hatin ser wezîfeyê wê li bajar ji nû ve pêvajoya avakirinê bidin destpêkirin û ev tişt got: “Em ê car din destkeftiyên xwe bi dest bixin û ji nû ve pêvajoya avakirinê bidin destpêkirin. Di vê pêvajoy avakirinê de em ê bi gelê xwe re bi xaka xwe ya dewlemend qadên bi bereket ava bikin. Ev xak bi bereket e. Em ê ji bo saziyên ekonomiyê û kooperatîfan xebat bimeşînin. Em ê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên xwe yên hem biçûk hem jî mezin bixebitin. Ji bo vî bajarî projeyên me yên girîng hene. Bi taybetî jî projeya me ya tramvay heye ku di dema Osman Baydemîr de projeya wê hate xêzkirin, lê ji aliyê wezaretê ve hate astengkirin. Em dixwazin vê projeya ku hemû civak dixwaze, pêk bînin. Ev bajar bajarekî qedîm e, em ê xwedî lê derkevin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar