Havjîn Mele Emîn diyar kir ku sedema tecrîdkirina Ocalan, fikr û ramanên wî ne û wih got: “Azadiya Ocalan, azadiya gelê kurd e. Xeyalên AKP’ê yên ji bo tecrîdkirina Ocalan, xewn in. Lê bi fikr û alternatîfa xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn, ji her demê zêdetir ketiye rojava cihanê. Zindanîkirina Ocalan şaştiyeke li dijî mirovahiyê ye’
Mamosteyê Beşa Zanistiya Civakî ya Zanîngeha Silêmaniyê Havjîn Mele Emîn têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekitiya neteweyî ya gelê kurd, ji Ajansa Mezopotamyaye (MA) bi M. Alî Ertaş re axivî. Emîn da zanîn ku AKP bi tecrîdkirina Ocalan re ji xwe re xeyalan çê dike.
Havjîn Mele Emîn di serî de da zanîn ku têkildarî felsefeya Ocalan forumeka wan heye û wiha domand: “Forum, têkildarî xebata bi navê fikir û ramanên Ocalan û jiyana wî ya xebatên rizgariya bakurê Kurdistanê ye. Herî dawî jî li ser xwendina pirtûkê Ocalan xebatê dike. Saziya bi navê Mala Sohrewerdî ya ji bo Lêkolina Bawerî û Efsane vê xebatê organîze dike. Her hefteyê 3 saetan vê dimeşîne. Di bin banê vê forumê de li ser çareseriya li Başûr û pirsgirêkên doza gelê kurd û çawaniya derbaskirina pirsgirêkan û çêkirina hevbendiyeke fikrî di navbera perçeyên Kurdistan de nîqaşan dike.”
‘Zindanîkirina Ocalan şaştiyeke li dijî mirovahiyê ye’
Mele Emîn destnîşan kir ku azadiya Ocalan, azadiya gelê kurd e û ev tişt anî ziman: “Armanca hemû şoreşger û azadîxwazan ew e ku pergala li ser Ocalan bê rakirin. Xeyalên AKP’ê yên ji bo tecrîdkirinê xewn in. Ji ber ku fikr nayê zindanîkirin. Birêz Ocalan bi bedena xwe di zindanê de ye. Lê bi fikr û alternatîfa xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn, ji her demê zêdetir ketiye rojava cihanê. Ez dibejim bê guman divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Ev tecrîda şidandî, encama bandora mezin a fikrên birêz Ocalan de ye. Encama serkeftina berxwedana mezin a kurdan e. Ew guhertinên nû yên çêbûn, dijminê kurd tengavtir kirine. Zindanîkirina birêz Ocalan şaşiyeke li hemberî mirovahiyê ye. Lê planeke ku di esasê xwe de şikestiye.”
‘Hêviya gel ji AKP’ê nîne’
Di berdewamê de jî Emîn daxuyand ku piştgiriya beşên din ên Kurdistanê ya ji bo rakirina tecrîdê, di asteke ku tê xwestin de nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî ne ji ber ku baweriya gelan bi fikrên birêz Ocalan tu ne ye. Ne ku li hemberî tecrîdê bê agahî ne. Lê belê ji ber heviya xelkê Kurdistanê ji hikûmeta AKP’ê tune ye. Baweriya gel ji fikrên Ocalan heye. Ew çalakiya li hemberî tecrîdê zêdetir bedelek rûhî dixwaze. Niha li bakurê Kurdistanê û zindanên Tirkiyeyê berxwedanek heye. Li Başûr û Ewrupo jî hin çalakiyên grevê berdewam dikin. Lê belê xelk bê hevî ne ku AKP bersiv bide daxwaza gel. Hêviya gel ji AKP’ê nîne.”
Yekitiya neteweyî ya gelê kurd
Mamosteyê Beşa Zanistiya Civakî ya Zanîngeha Silêmaniyê Havjîn Mele Emîn herî dawî jî bal kişand ser yekitiya neteweyî ya gelê kurd û wiha got: “Ji bo pêşxistina yekitiya gelê kurd, mîrateyeke me ya bedelên mezin heye. Lê ya herî girîng, pêwistî bi bûyîna hizreke nû heye ku vê yekitiye ava bike. Pêdîvi bi fikrekê ku yekitiya gelê kurd û yekitiya gelên Rojhilata Navîn ava bike, heye. Li Kurdistanê pêdiviya me bi hizreke azadîxwaz heye. Divê em di bin siya paradîgmayeke nû de kom bibin. Fikrên birêz Ocalan heta astekê mezin kariye ku yekitiyê ava bike. Li gorî min qisekirina li ser ramanên Ocalan, qisekirina li ser neteweya demokrate ku rêyeke herî baş e ji bo yekitiya kurdan. Di dirêjiya dîrokî de yek ji tiştên herî zirar daye me, nebûna yekitiyê ye. Kurd ger ku yek bûna, dê di hêza mirovahi û neteweyî de kêm nebû. Siyasetekî kevin a dijminê kurd heye li dijî kurdan. Ew jî siyaseta perçe bike û bi rêve bibe ye. Ev siyaseteke dîrokî li ser kurdan tê meşandin. Dive em zanibin ku bi vê perçebûyînê em nikarin tiştekî bikin. Yekitiya kurdan û kombûna di bin siya yek fikrî de û bernameyeke startejîk de wê serkeftinê bi xwe re bîne.” SILÊMANÎ