Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Havva Gezen: Bila êdî ciwan nemirin

Di roja yekem a cejnê de bi hezaran çûn ser gor û goristanan. Kesên çûn ser gorên xizmên xwe aştî xwestin û xwestin hikûmet û dewlet gavan bavêjin. Dayika Zulkuf Gezen Havva Gezen, li ser gora kurê xwe wiha got: “Bila êdî ciwanên me bes bên kuştin.” Bav Şehmuz Gezen jî wiha got: “Ger ku dewlet gavan bavêje wê ev pirsgirêk çareser bibe”

Di yekemîn roja Cejna Qurbanê de bi hezaran kes çûn ser goristanan û gorên xizmên xwe ziyaret kirin. Kesên çûn gorên xizmên xwe ziyaret kirin dua kirin û aştî û çareseriya pirsgirêka kurd xwestin. Malbatên ku di şerê salan de zarokên wan jiyana xwe ji dest dan serê sibê berê xwe dan ser goristanê. Li Amedê jî bi taybetî li Goristana Yenîkoyê, Goristana Asrî ya li Şehitlikê û Goristana Deriyê Mêrdîn bi girseyî ziyaret hatin kirin. Dîsa li goristanên Çemê Elikê û Sîsê yên Licêya Amedê malbat û rêvberên HDP’ê û MEBYA-DER’ê bi girseyî gor ziyaret kirin. Li navçeya Pîranê jî Goristana Pirêjman bi girseyî ziyaret kirin. Bi hezaran kesan serê sibê berê xwe dan ser goristanan û li ser gorên zarokên xwe cejn pîroz kirin. Malbatan, gul û kulîlkên li ser gorên zarokên xwe çandibûn av dan, dua kirin û xwestin êdî şerê heyî bi dawî bibe.

Yek ji malbatên ku li ser goristanê gorên zarokên xwe ziyaret kirin malbata Zulfuk Gezen bû. Zulkuf Gezen ê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawi bibe çalakiya canbexşane pêk anî, li ser gora xwe bi girseyî hat ziyaretkirin. Malbatê li Goristana Yenîkoyê gora Zulkuf Gezen ziyaret kir û dua xwendin. Dayika Zulkuf, Havva Gezen li ser gorê peyama aştî, azadî û edaletê da û wiha got: “Em dibêjin êdî bes e. Bila ciwanên me bes bên kuştin. Bila êdî hêsirên dayikan nerijin.”

Bav Şehmûs Gezen jî cejna hemû malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane pîroz kir. Şehmûs bal kişand ser peyama Ocalan a dawî û wiha got: “Birêz Ocalan dîsa di aştiyê de israr kir. Divê êdî dewlet gavan bavêje. Ger ku dewlet gavan bavêje ev pirsgirêk wê çareser bibe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar