Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Hawar’a zindana Amedê îro jî rêgeha çapemeniya azad diyar dike

Şoreşgerê mezin Mazlûm Dogan di Zindana Amedê de li hember sûcên dermirovî û hovîtiyên cûntaya faşîst a rejîma tirk bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” rojnameya Hawar derxist. Hawar bi temamî bi destan dihate amadekirin û îro jî rêya kevneşopa çapemeniya azad ronî dike.

Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, ji salên pêşî ve hem li hundir û hem jî li derve bû xwedî berdelên mezin û bûye sedem ku hişmendî, birêxistinî û hevgirtina Kurdan û hem jî ya gelên din ên herêmê geş bibe. Dewleta tirk a mêtinger û dagirker, ji tirsa ku geşedanên heyî desthilata wê têk bibin, êrişên qirkirinê yên bi derbeyên leşkerî li her derê berbelav dikirin.

Dewleta tirk a faşîst bi rêbazên şerê taybet armanc dikir civakê ji hev bixe û li dijî şoreşger, demokrat û welatparêzên ku di zindanan de girtî bûn jî, teslîmîyet û îmha ferz dikir.

Zindana Amedê û berxwedan

Li dijî van êrişan, pêşengên tevgera azadiyê li her qadê berxwedaneke bêhempa nîşan da û ji bo têkbirina planên îmhakirinê yên faşîzmê, girîngî da hişmendî û hişyarkirinê.

Yek ji van berxwedanan a herî girîng jî li zindana Amedê bû. Li zindana Amedê ku wek yek ji 5 zindanên herî xirab ên cîhanê tê zanîn, têkoşîna azadiyê jî bi berxwedana bi pêşengiya Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr ên ji pêşengên damezirîner ên PKK’ê, hate birêvebirin.

Hişmendiya li dijî îşkence û teslîmiyetê; Hawar

Di navbera salên 1980-82’yan de tevî şert û mercên giran ên tepisandinê û bêîmkaniyên cuda yên li zindanê jî, berxwedan mezin dibû û ji bo pabendiya girtiyên şoreşger û welatparêz bi têkoşîna li dijî lîstikên teslîmiyetê yên faşîzmê, xebatên teorîk hatin meşandin.

Mazlûm Dogan pêşengî ji van xebatan re kir û ji bo rewşenkirina hevalên xwe yên girtî yên li girtîgehê û hemû mirovên dîlgirtî, bi çalakiyên xwe yên teorîk têkoşîna xwe dewam kir. Rojnameya Hawarê bû navê vê têkoşînê. Di Hawarê de nivîs û xêzên ku hatin komkirin, kurt be jî hatin weşandin û hevgirtin û îradeya di nava girtiyan de zêde kir û rê nîşanî berxwedêran da.

Bi temamî bı destan hat amadekirin

Rojnameya Hawar di 19’ê tebaxa 1980’yî de dest bi derketinê kir û bi temamî bi destan hate amadekirn. Weşana wê heta 9’ê Îlona 1980’yî dewam kir û Mazlûm Dogan pêşengî jê re dikir. Di hejmarên yekemîn û duyemîn ên rojnameyê de Mazlûm Dogan bi sernavê “Armanca herî biçûk serxwebûn e” nivîsên siyasî nivîsandin.

Di pirtûka bi navê “Mazlûm Dogan, Nivîsên Bijartî” de nivîsên Mazlûm Dogan ên di şert û mercên girtîgehê de, di bin îşkence û êrîşan de nivîsandine û nivîsên di rojnameya Hawarê de hatin weşandin jî cih digirin.

Di hin nivîsên Mazlûm Dogan de ku wek ‘Kawayê Hemdem’ tê naskirin, ev xal tên destnîşankirin:

“Mêtingerên tirk ên faşist, têkoşîna azadiya Kurdistanê bi rêbazên dermirovî yên zext û îşkenceyê, girtinên berbelav û komkujiyan, bi derew, îftira û nûçeyên derew nekarîn rawestînin û tecrîd bikin. Di vê serdemê de ku PKK’ê bi rêxistin an jî derdorên şoreşger-demokrat ên li gelemperiya cîhanê re têkiliyên erênî bi pêş xistin, çapemeniya burjuvayê ya tembûra dewleta tirk a faşîst, teşqele rakir. Ji ber vê yekê, sekna li dijî têgînên cudaxwaz ên ku emperyalîst û hevkarên wan ji bo berjewendiyên xwe yên çînî bi pêş xistine yan jî sor dikin, karekî şoreşgerî ye. PKK xwe dispêre ramanên şoreşger ên hemdem û li gorî berjewendiyên çîna karkeran a cîhanê û gelên bindest tev digere û li dijî ferasetên nîjadperest, olperest, mezhebperest, neteweperest û eşîrperest ên ji aliyê dijminên şoreşê ve hatine pêşxistin, têkoşîneke bêeman dimeşîne. Ol, ziman, nîjad, eşîr û mezheba xwe çi dibe bila bibe, hemû hêzên demokrasî û sosyalîzmê yên li dijî emperyalîzm û hevkarên wê, wek dost dibîne û bi van hêzan re hevgiriyê esas digire.

Mêtinger ji bo ku tevgera me têk bibin û ji girseyan îzole bikin, dê bi domdarî bi derew û îftirayên kirêt raya giştî şaş bikin. Divê gelê me û hêza pêşeng a PKK’ê guh nedin propagandaya mêtingerên tirk, dijminê PKK’ê ku ji derew, demagojî û texrîbatê pêk tê û hemû çalakî û însîyatîfên rast û şoreşger bi bawerî werin parastin û destekkirin.”

Banga şoreşgerê mezin Mazlûm Dogan ku digot “Çalakiyên ku me li dijî cûntayê, berxwedana me û dengê me yê li dadgehan diqîre, divê teqez bigihêje girseyan” di salvegera 43’yan a rojnameya Hawarê de bi rêya çapemeniya azad xwe gihand tevahiya Kurdistan û cîhanê.

Rêbaza têkoşînê ya li dijî şerê taybet ên mêtingeran ku di nivîsên xwe de balê dikişîne ser, hê jî rêgehê diyar dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar