Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hawarek ji Serbanên Hewlêrê

Fîlma derhêner Bêrî Şelmaşî ya bi navê ‘Hawarek ji Serban’ di Festîvala Filman Şarîqeyê hat nîşandan û rastî eleqeyek mezin hat û gelek kes matmayî man

Bêrî Şelmaşî derhênereke kurd a ji rojhilatê Kurdistanê ye. Wê filmek li ser Hewlêra serdema Raperîna 1991´ê de çêkir bi navê “Hawarek ji Serban”.

Di filmê de rola esasî ya jineke ciwan e. Tişta filmê balkêş dike ew e ku ji du evîndarên hev, jina ciwan diçe berevaniya xaka Kurdistanê dike û mêr çaverêya destgirtiya xwe dike.

Ji bo peyama filma xwe Bêrî Şelmaşî wiha dibêje: “Behsa çîroka keçeke bi navê Şîrîn dike ku diçe sengerê şer. Ferhad jî her li serbanî çaverêyê Şîrîn e ku rojekê vegere.” Di filmê de rola Ferhadî, Îsmaîl Zagros dike ku ji Almanyayê ye; herçî Şîrîn e, jî aktîrîsta ji Tirkiyeyê, Gonca Karasu ye. Li gorî senaryoya filmê Şîrîn û Ferhad evîndarên hev in.

Film di Festîvala Filman Şarîqeyê de hat nîşandan û derhêner li ser eleqeya ji bo filma xwe wiha got: “Bi vê filmê gelek kes matmayî man. Ne tenê çîrok û êşa jina ciwan a kurd balkêş e, di heman demê de kolanên kevin ên Hewlêrê wek baştirîn cihên wênegirtina filmên sînemayî bala wan kişand.”

Derhênereke ciwan

Bêrî Şelmaşî ji rojhilatê Kurdistanê ye, li Fransayê ji dayik bûye û piştî du meh jidayikbûna wê, bav û dayîka wê vedigerin çiyê û piştî du salan bi hev re diçin Holandayê. Bêrî jî Holandayê mezin dibe.

Bêrî Şelmaşî li Holandayê tevlî karên sînemayî dibe û li Amsterdam li ser beşa sînemayê mastirê dike. Ew piştre tê Herêma Kurdistanê û li Zanîngeha Selahedînê dibe mamoste. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar