Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Haya we jê heye; kujerek Tirkiyeyê bi rê ve dibe

Erdheja Mereşê ya 6’ê sibatê hê jî cihê xwe di rojeva cîhanê de digire. Texrîbateke mezin çêbû. Her wiha zîhniyeta rê li ber vê hilweşînê vekir û birêvebirina pêvajoya piştî hilweşînê jî teqez dê werin lêpirsînkirin. Em li mexdûrên erdhejê yên bêhêvî temaşe dikin ku li ser ekranan dibêjin ‘Dewlet li ku ye?’. Hemû kesên ji xwe re dibêjin mirov, ji kîjan bawerî û nîjadî be bila bibe, li pêşberî dîmenên erdhejê dilê wan dişewite û xemgîn dibin. Tîmên rizgarkirinê yên ji gelek deverên cîhanê berê xwe da herêma erdhejê, gel seferber bû û bi ruhekî mezin ê piştevaniyê lez da alîkariyê. Dilxwaz û kadroyên tenduristiyê û heta welatiyan bi lez û bez bi ser kavilan de çûn. Tevî astengiyên bi niyeta nebaş ên rêveberiya dewletê jî, hevkarî û hevgirtin dewam dike. Ne erdhejên peyhate, ne jî şoqên ku di giyanê mirovan de çêkirine, bi dawî nebûne.

Ji bo ku analîzeke erdhejê ya baş were kirin, lazim e mirov ji berpirsyarê sereke dest pê bike. Erdogan ku li ofîsa serokkomariyê rûdine û bûye kujerek, bi rêziknameya ku jê re dibêjin ‘Aştiya avakirinê’ ku bûye ‘belgeya mirinê’ ya gel, bûye sedemkarê karesata erdhejê. Ne mimkun e ku ji nirxandinên dûrî vê rastiyê encamên rast werin derxistin. Berpirsê karesata erdhejê, kujerê erdhejê Erdogan bi xwe ye.

Niha jî, qaşo berpirsên çêkirina avahiyên hilweşiyane, yên ku melzeme dizîne, tên girtin. Lê dizê herî mezin li qesrê ye. Biwêjek heye, dibêje; ‘Kerê mezin li axûrê ma’. Tevî ku ev qas karesat qewimîne, lê jibîrkirina berpirsyarê sereke, tê wê wateyê ku di hişê mirovan de karesateke mezintir heye. Di erdhejê de ji avahiyan wêdetir psîkolojiya mirovan xera bû. Di demên wiha de ne mirov ne dikare gotina xwe kontrol bike û ne jî şiyana pênûsa têrê dike. Ji ber ku vê erdhejê hemû fen û fûtên dîktator Erdogan aşkera kirine. Ji bîlançoyeke giran a hilweşîn û mirinê wêdetir, bi zanebûn mirovan di bin kavilan de bihêlin, di dema xwe de mudaxeleyê lê nekin, pêşî li mudaxeleya dilxwazan bigirin û hwd, karê mirovên rezîl e. Zîhniyeteke wiha heye ku heman dijminatiyê li hemberî kesên ji bin kavilan derdikevin jî dike. Bi zanebûn desteserkirin an jî astengkirina alîkariyan ku dibe sedema mirina mirovan, rezîliyeke mezin e. Ne mimkun e ku mirov van rewşan bi rengekî din rave bike.

Zîhniyeteke ku ferqê dixe navbera mexdûrên karesata erdhejê, dê çawa were pênasekirin? Ji bo egoya dîktatorekî ku kurdan, elewiyan û muxalîfan di bin kavilan de dikuje, mirov dikare zimanekî çawa bi kar bîne? Canê mirovan an qaseyên pereyan girîng in? Zehmet e ku mirov bêyî ku kêm bike, li ser hêrsa gel binivîse. Psîkopatekî kujer ku bi tenê li xwe difikire û ji mirovbûnê derketiye, Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Mafê birêvebirinê çawa dikare bidin vî kujerî? Dev ji rizgarkirina kesên di bin kavilan de berdaye û bombeyan li Rojava dibarîne, mirovan dikuje. Niha hûn dikarin xeyal bikin ka Tirkiye bi karesateke çawa re rû bi rû ye.

Gelo êdî ji vî kujerî çi dikare were hêvîkirin ku serekê karesata erdhejê ye? Gelo hê jî bendewariyek dikare jê bê kirin; tiştekî ev qas eletewş dibe? Divê berê hêrsa mexdûrên erdhejê ku rasterast dibêjin ‘Dewlet li ku ye?’ li kujerê li qesrê be. Girtina çend muteahîdan û sûcdarkirina wan, beralîkirina vê meseleyê ye. Bê guman ew jî sûcdar in. Lê belê sûcê mezin ew e ku Erdoganê kujer ji bo berjewendiya desthilata xwe, rêyên çareseriyê yên pirsgirêkên xaniyên gel digere. Bi navê ‘Aştiya Avakirinê’ belgeyên mirinê dan welatiyan. Xeta xwar ji gayê pîr e. Di pergala desthilatekê de ku heta qirikê gendel û diz e, diziya melzemeyê tiştekî ji rêzê ye. Ev tu carî divê  neyê paşguhkirin. Sûcê qirkirina gel kirine.

Her wiha rewşeke trajîkomîk e ku di bin serweriya kujerekî de, li çareseriyên pirsgirêkên mexdûrên erdhejê bigerin. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê tiştek nehiştiye ku ji gel nedizîbe. Niha jî bi îstismarkirina êşa mexdûrên erdhejê hestan îstîsmar dikin. Her wiha ‘hunermend’ jî wek fîguran kar tînin. Bi derewa ‘Yek dil Tirkiye’ kampanya alîkariyê organîze dikin. Heyf e ku hin kesên ji kiryarên Erdogan fêm nakin ku ev alîkarî dê negihêjin cihê xwe, tevkariyê li vê kampanyayê dikin. Nayê zanîn bê ka ji ber korbûna siyasî yan jî kêmasiyeke wan a aqilî ye, lê karê wan dê wek xizmeteke ji bo desthilata kujerekî were fêmkirin. Ew alîkarî dê tenê êşên mirovên dibêjin ‘Dewlet li ku ye?’ zêdetir bikin.

Xwediyên her feraset, her gotin û her reftareke ku xizmetê ji hêza çete û mafyayî ya Tirkiyeyê re dikin, divê bizanin ku dê kesên di bin kavilan de mane, careke din bikujin. Yên qîrîna mexdûrên erdhejê nabihîzin, êşa wan hîs nakin, hêrsa wan fêm nakin, yên li dijî celadên xwe serî ditewînin jî şirîkên heman sûcî ne. Bi taybetî fetwaya pornografîk a saziya olî (Diyanet) ya têkildarî zewicîna bi nevîsiyan re, êdî ji hedê bênamûsiyê jî wêdetir çû. Hikumet jî, saziya olî jî û alîgirên wê jî tev de rezîl in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar