Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Haya we ji vê surprîza “Qirase” heye?

Li Fransayê derdorên ku xwe wek Gurê Boz (Grey Wolves) bi nav dikir û di bin banê komaleya Ulkuocaklariyan de hatibûn gel hev hatin qedexekirin. Biryara qedexeyê Wezîrê Karê Navxweyî yê Fransayê aşkera kir. Di aşkerakirinê de da zanin ku Desteya Wezîrên Fransayê bi yek dengî biryar dan û bi fermî hemû liv û lebatên Ulkuocaklariyan li Fransayê qedexe kirin.  Sedemên qedexekirinê jî wake “gel arasteyê kîn û cihêkariyê dikin û ji bûyerên şer yên tundiyê re pêşengiyê dikin” pênase kir.

Ne tenê Fransa, her wiha li Holandayê jî Gurên Boz ango Ulkuocaklari qedexene. Li wir jî ji bo nijadperestiya tirk diparêzin û ji hêzên tundîparêz re malovaniyê dikin qedexene.

Li cîhanê welatên ku ji ber vê êşê bê mecal mane pir zêdene. Heke di demeke nêz de li yekserê Ewropayê biryareke wisa ya qedexekirinê bê dayîn dê ne surprîzbe.

Surprîzeke “qirase” jî di nava wê Surprêzê de ye.

Werin em bi hev re bikevin şopa vê surprîzê.

Hê di destpêka şopê de pêwîstî pê heye em biryara qedexeya li ser Gurên Boz hatiye dayîn ji nav têgih û devoka bi baldar a dîplomasiyê derxin. Piştî wê jî bi hişmendiya rastiya jiyanê şîrove bikin.

Gelo Gurên Boz kîne û çine?

Her kesê ku li Tirkiyeyê dijî baş zane Gurên Boz hêza gijgije ya partiya nijadperest MHP’ê ye.

Bi boneya bersivê ne hewceye em herin dûr û kûr. Serokê MHP’ê Devlet Baxçelî ji Gurên Boz re dibêje: “Ulkudaş”ango rêheval û wiha pêde diçe. “Ulkudaş ango rêhevalên min ên Gurên Boz li kîjan herêma cîhanê berjewendiyên alema Tirk bikeve xetereyê bê ku hesabê berjewendiyê tekakesiya xwe bikin çi pêwîs bike demildest dikin. Ew weledên tirk ên pîroz in”. Pesinnameya Baxçelî ji bo rê hevalên xwe yên Gurên Boz bi dehan pirtûk dadigire.

Lê pesindariya wî ya ji bo Alattîn Çakici bi ser hemû rê havalên wî yên Gurên Boz re ne. Serokê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Dvlet Baxçelî dema Çakici gef û gur li Serokê Partiya Komar a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu xwar destek da Çakici û wiha got: “Dema Kiliçdaroglu ji tirsa nawêribûn ji mal derkeve Çakici ji bo tola 31 sefirên tirk hilde ketibû ser şopa Asala.” Ew şop ne tenê di nav Tirkiyê de bûn. Ji xwe Baxçelî qala şopa li nava Tirkiyê nake. Ew qala şopa ku li Ewropa, li Amerîka û li hemû deverên cîhanê di bin tevna sîxuriya tarî û nerewa ya Tirk de digerandin dike.

Baxçelî bi pesindariyê hest û moralên rêhevalên xwe yên Ulkudaş dikewîne. Ulkudaş ango Gurên Baz jî bi van hestên kewandî li Ewropa û li her derên cîhanê ji berjewendiyên Tirkperest re çi pêwîst kiribe pêk anîne. Ji xwe surpîza “qirase” di vir de ye. Me di herka şîroveya xwe de got “qedexeya li Fransa û li Holandayê ku ji bo Ulkuocaklariyan ango ji bo Gurên Boz derketiye di demeke nêz de pêkane li yekserê Ewropayê de derbasdarbe. Cihana Ereb jî her diçe di şopa biryara qedexekirina Ewropayê de ha-ho dike. Li yekserê Cîhanê jî gohên ku li qedexekirina Gurên Boz bel dibin zêdetir dibin.

Dibe ku niha li Tirkiyê xwediyên Gurên boz ango Baxçelî û ligel hemû hevalbendên wî mijara qedexeyê li pişta deriyan di nav kerîtî û lalîtiyê de bişopînin. Lê rastiya mijarê birik û înat e. Wek lehî mezin dibe û ber bi MHP’ê ve diherike û dibêje: “surprîza qirase” qedexeya ji bo hikûmeta Te (MHP) bi xwe ye. Haya te jê hebe li yekserê Cihanê jî belav dibe. Li gor was-wase ango gote-gotên li pişt deriyan tên kirin desteka Neteweyên Yekbûyî jî ji bo pêşketina vê her diçe dikemile. Ji me jî gotin! Gelo van dengan dê çiqa biçe hikumetê ev ne diyar e…

Nûçeyên Têkildar