Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Haydê haydê hinik ma ew faşîzm hilweşê!

Hozan Diyar Dersim ji bo balê bikişîne ser berxwedana greva birçîbûnê bi navê “Haydê” stranek derxist û bi klîbekê li ser YouTubeyê parvekir. Di stranê de bal kişandiye ser bêdengiya cihanê ya li hemberî berxwedanê û ji bo şikandina tecrîdê îşaret bi hêza gelê kurd dike

Çalakiya greva birçîbûnê ku beriya pênç mehan ji bo rakrina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven hat destpêkirin, di meha şeşan de didome. Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtî jî di nav de li welat û derveyî welat bi hezaran kes tevlî vê berxwedanê bûne û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan laşê xwe dane ber birçîbûnê. Duh ji aliyê girtiyan ve berxwedan ket qonaxeke din û wergeriya rojiya mirinê.

Berxwedana ku bi biryardarî didome, li gel bandora xwe ya siyasî, bandoreke hûnerî jî afirandiye û ji bo hunermendên kurd bûye çavkaniya stranan. Di demên dawîn de ji aliyê hunermendên kurd ve li ser berxwedanê gelek stran hatin çêkirin. Herî dawî hunermendê kurd Hozan Diyar Dersîm jî ji bo balê bikişîne ser berxwedanê stranek li van stranan zêde kir û bi navê “Haydê” stranek derxist. Strana ku gotin û muzîka wê Hozan Diyar Dersim çekiriye, aranjeya wê jî Mazlûm Adibellî çêkiriye.

Strana ku hat amadekirin ji aliyê Diyar Dersim Official ve bi klîbekî li ser YouTube hat parvekirin. Diyar di klîba xwe de cih daye wêne û dîmenên berxwedêran û mudaxaleyên polîsan ên li dijî çalakiyên pişrgitiriyê yên ji bo berxwedanê. Hozan Diyar di naveroka strana xwe de jî bal kişandiye ser bêdengiya cihanê ya li hemberî berxwedanê û girîngiya piştgiriya berxwedanê. Her wiha ji bo şikandina tecrîdê îşaret bi hêza gelê kurd dike û bi gotinên hunerî bang li gelê kurd dike.

Gotinên stranê bi giştî wiha ne;

Heta kîngê bimînî li benda dinyayê

Dinya kor e, ker e, lal e kêrî me nayê

Derman bikin birînin xwe em bi destê xwe

Haydê haydê lo bira

Haydê haydê lê xwengê

Îro roja xîretê sibe gelek dereng e

Haydê haydê lo bira

Haydê haydê lê xwengê

Ku îro ser hilnedî sibe gelek dereng e

Em dikarin zindana Îmraliyê bişikînin

Em dikarin kela zilmê tevde hirşînin

Bawer bikin bi hêza xwe em ê ser kevin

Haydê haydê gelê me

Haydê haydê birayê me

Bo me gelekî şerm e serokê me girtî be

Haydê haydê gelê me

Haydê haydê birayê me

Bo me gelekî şerm e ew faşîzm li ser me

Em ê ala berxwedanê hê bibin banî

Em ê bikin dijmin çokan li ber me daynî

Em ê bêjin xwînxar êdî tu gihîşte dawî

Haydê haydê hinik ma ew faşîzm hilweşê

Dîktator wê çok daynî gel bi azadiyê şabê

Haydê haydê hinik ma ew faşîzm wê hirêşê

Dîktator wê çok daynî gel bi azadiyê şabê

Kesên bixwazin xwe bigihînin stranê û guhdar bikin, dikarin li ser vê lînkê stranê guhdar bikin; https://www.youtube.com/watch?v=EBGkOhMv35I

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar