Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

HBDH: 15-16 Hezîranê roja berxedana karkeran e

Komîteya Rêveber a HBDH'ê bi wesîleya salvegera Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîrana 1970'yî daxûyaniyek da û got: " Niha dema bilindkirina berxwedana çîna karker e. Niha êdî dema hesabpirsînê ye.”

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera Berxwedana Karkeran a 15-16’ê Hezîrana 1970’yî ku weke yek ji mezintirîn çalakiyên karkeran ên dîroka Tirkiyeyê tê bibîranîn, daxûyaniyeke nivîskî da.

Di daxûyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Kedkar û karker li Tirkiye û hemû cihanê li dijî îstîsmarê têkoşînên bêhejmar dane û didin. Di dîroka Tirkiyeyê de yek ji kêliyên herî dijwar û giran ên vê têkoşîna çînayetî, Berxwedana Karkeran a 15-16’ê Hezîrana 1970’yî ye. Di demekê de ku çîna karker jiyan rawestand û di serhildanan de rolek aktîf girt, hêza xwe ya veguherîner û şoreşger bi derbaskirina serdemên dîrokî gihand vê serdemê. Di wateya herî giştî de Berxwedana 15-16’ê Hezîranê her çend 2 rojan dom kir jî di bingehê xwe de bandor li hemû dînamîkên jiyana civakî kir.

Îro jiyan ji bo karker û kedkaran bûye tiştekî ku bêhna mirinê jê tê. Birçîbûn, xizanî, fikarên li ser siberojê û destkeftiyên wê yên ku tên hedef girtin. Çîna karker ligel şert û mercên giran têkoşîna xwe ya man û nemanê bi mûçeya herî kêm didomîne û hewl dide xwe ji cînayetên cihê kar xwe dûr bixe. Di kargeh, kanzayan û erdhejan de karker her roj tên qetilkirin. Sedema vê ya herî mezin desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Ji bo desthilatdariyê kuştina karkeran bûye mijarek ji rêzê.

Faşîzma AKP-MHP’ê di dîroka cînayetên karkeran de gihişt asta herî mezin. Her roj bi dehan karker dimirin, bi sedan ji wan birîndar û seqet dibin. Piştî komkujiyên kar, têkoşîna rêxistinbûyî ya çîn, destkeftiyên wê û kedkarên pêşeng tê hedefgirtin. Kesên ku ji bo hesabê hevrêyên xwe bipirsin karê xwe terk dikin, bi gefên ji kar avêtinê re rû bi rû dimînin. Faşîzma AKP-MHP’ê bi xwestek û bi zanabûn pergalek wiha ava kir. Grev, çalakî û xwepêşandan bi gotina “xerakirina ewlekariya neteweyî” hewl hat dayîn bi êrîşên polîs û artêşê asteng bikin. Di salên desthilatdariya AKP’ê de ku zêdeyî 30 hezar karker mirin, patronan her tim bêhtir qezenc kirin, dewletê jî bêhtir karker qetil kirin.

Çalakiyên li dijî encamên krîza aborî ya di bindestiya faşîzma AKP-MHP’ê de didome, dewam dikin. Çîna karker û kedkaran di grev, xwepêşandan, mîtîng û qadan de li hev dicivin. Dema ku desthilatdariya faşîst hewl dide barê krîzê deyne ser karkeran, ji avahî, kargehên metal û kanzayan dengên grevê bilind dibin. Sîstem hewl dide bi çewsandina rêxistina çîna karkeran a îro, hebûna xwe bi hêz bike. Lê belê em li ber 15-16’ê Hezîranê ya nû ne. Li hemberî her cure êrîşên faşîzmê û çîna serdest, çîna karker wê bingeha hemû dînamîkên civakê bihejîne. Ji bo vê jî divê em bi şoreşeke yekgirtî, bêyî ku rê bidin têgihiştineke hundirîn a ku bi kêrî serdest û desthilatdaran tê, çalakiya şoreşgerî û serhildana çîna karkeran bi rêxistin bikin. Patronên ku di sala 1970’yî de li kargehan hatin girtin, heman patron in û îro divê bên cezakirin; divê ew berpirsyar bin. Niha dema bilindkirina berxwedana çîna karker e. Niha êdî dema hesabpirsînê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar