Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a li zindana Amedê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 1996’an bi bîr anî û got: “Berxwedana rojiya mirinê di nava têkoşîna yekbûyî de mezin dibe.”
Daxuyaniya HBDH’ê bi vî rengî ye:
“Dewleta tirk a faşîst ji bo dengê azadiyê yê gelan bibire gelek caran darbeya leşkerî kir. Ji van darbeyan a herî bi rêk û pêk û berfireh darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê bû. Mîna gundorekî di ser civakê re derbas bû. Xwestin ku têkoşîna jiyana bi rûmet a gelê kurd û çîna karker a Tirkiyeyê li îşkencexaneyan, li girtîgehan biqedînin. Bi vê armancê êrîşeke tasfiye û tunekirinê ya bi salan bi rêxistin kirin.
Darbeya faşîst ku bi komkujî û rijandina xwînê berxwedana girseyan tepisand, şoreşgerên ku nekarîn bieciqîne xist zindanan. Li zindanan jî terora dewletê bi rengê herî bêrehm hate meşandin. Girtîgehên Amed, Metrîs, Mamak û hemû girtîgehên din veguherand îşkencexaneyan. Xwestin ku têkoşîna azadiyê ya kurd bêdeng bikin û têkoşîna şoreşger bifetisînin. Hewl dan ku yên îtiraz dikin û têdikoşin bieciqînin, teslîm bigirin.
Li girtîgehan di navbera berxwedan û teslîmiyetê, têkoşîn û xiyanetê, azadî û koletiyê de şerekî giran destpê kir û hîn jî dewam dike.
Yek ji berxwedanên ku darbeya faşîst û dîwarên zindanê qul kir, Rojiya Mirinê ya Amedê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an bû. M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz li hemberî teslîmiyetê ala azadiyê ya gelê kurd bilind kirin. Her çar şoreşgerên ku digotin ‘Em ji jiyanê hez dikin ku di oxira wê de dikarin canê xwe feda bikin’ tirs ji holê rakirin.
Di sala 1996’an de jî li hemberî êrîşên faşîzmê yên ji bo tunekirina têkoşîna karker û bindestan, bersiva destpêkê ji aliyê girtiyên şoreşger ve hate dayin. Girtiyên şoreşger bi çalakiyên Greva Birçîbûnê ya Bêdem û Rojiya Mirinê li dijî zextên faşîzmê yên ku teslîmiyet ferz dikir, manîfestoya berxwedanê nivîsandin. Aygun Ûgûr, Altan Berdan Keremgîller, Îlgînç Ozkeskîn, Huseyîn Demîrcîoglû, Alî Ayata, Mujdat Yanat, Ayçe Îdîl Erkmen, Tahsîn Yilmaz, Yemlîha Kaya, Hîcabî Kuçuk, Osman Akgun û Hayatî Can bi berxwedana xwe ya ku kêlî bi kêlî mezin dibû, êrîşa tasfiyekirinê tarûmar kirin. Mîrateyeke berxwedanê li dîroka me ya şoreşa yekbûyî hiştin ku nayê jibîrkirin.”
Di dewama daxuyaniyê de berxwedêrên rojiya mirinê yên 82 û 96’an bûn pêşengên berxwedana li dijî faşîzmê, mirin têk birin û serkeftin diyarî dîrokê kirin û hate gotin: “Bi vê berxwedanê êrîşkariya faşîst hate rawestandin. Berxwedan û têkoşîna gelê kurd, kedkar û karkeran bilind bû. Di encama wan berxwedanan de yên li dijî zilmê hatin kirin, têkoşîna azadiyê ya kurd têkoşîneke ji dehan salan mezin kir.
Dewleta faşîst bi her cûre rêbazên tundiyê êrîş kiribe jî nekarî daxwaza azadiyê ya gelê kurd û têkoşîna azadiyê ya kurd têk bibe.
Têkoşîna me ya şoreşê ya yekbûyî li ser van berxwedanên ji bo rûmet û azadiyê mezin bû.
Dewleta tirk a faşîst niha jî ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya kurd, teslîmgirtina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî êrîşan dewam dike. Li çiyê li dijî gerîlayên azadiyê, li bajaran jî li dijî têkoşîna yekbûyî û li Rojava li hemberî şoreşa gel-demokratîk êrîşên tunekirinê dimeşîne. Hewl tê dayin ku tecrîda li Îmraliyê li nava tevahiya civakê belav bikin.
Polîtîkayên zext û mêtingeriyê yên dewleta faşîst bi êrîşên îmha, tunekirina şoreşgeran, sosyalîstan û kurdan weke êrîşên tasfiyekirinê yên ‘çoktewandinê’ dewam dikin. Li hemberî girtiyên şoreşger ên ku li dijî êrîşan li ber xwe didin, berdana wan tê betalkirin, mafên wan ên dermankirinê têne astengkirin, îşkence û tecrîd têne asayîkirin.
Lê belê hewldan belasebep in. Berxwedanên rojiya mirinê yên 14’ê Tîrmehê û 96’an li hundir û derve, li bajar û çiyê pêşengiyê ji şervan û berxwedêran re dikin. Ew ala berxwedanê ya li zindanan bilind bû, niha li çiyê di destê gerîla de ye, li bajaran jî di destê hêzên milîsên şoreşger ên yekbûyî de ye.
Ala têkoşîn û berxwedanê ya Kemal, Hayrî, Alî û Akîfan ên 14’ê Tîrmehê û Aygun Ûgûr, Altan Berdan Kerîmgîller, Îlgînç Ozkeskîn, Huseyîn Demîrcîoglû, Alî Ayata, Mujdat Yanat, Ayçe Îdîl Erkmen, Tahsîn Yilmaz, Yemlîha Kaya, Hîcabî Kuçuk, Osman Akgun û Hayatî Can ên 96’an dîrok nivîsandin di nava têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ya gelan de bilind dibe.”