Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

HBDH: Berxwedêr îro li girtîgehan li ber xwe didin

HBDH'ê ragihand ku di 19'ê Kanûna 2000'î de bi hezaran leşker, tîmên taybet bi çekên sotîner û çekên kîmyewî tevlî êrîşê bûn û wiha hat gotin: "Di 19'ê Kanûnê de li ber xwe dan, îro jî bi rengê herî bi heybet li ber xwe didin.”

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi boneya salvegera komkujiya sala 2000’î daxuyaniyek da HBDH’ê diyar kir ku  Komkujiya 19’ê Kanûnê ji bo teslîmgirtina şoreşgeran û têkbirina hêviyên azadiyê yên gel bi rengekî hovane hate kirin. HBDH’ê daxuyand ku bi hezaran leşker, tîmên taybet bi çekên sotîner û çekên kîmyewî tevlî êrîşê bûn û 28 şoreşger qetil kirin.

Daxuyaniya HBDH’ê wiha ye:

“Di 19’ê Kanûna 2000’î de li 20 girtîgehan bi hevdemî êrîş hate kirin, ku yek ji komkujiyên herî mezin ên dîroka welêt e. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên şoreşger ku ji bo astengkirina girtîgehên bi tîpa F ku sîstema tecrîd û îzolasyonê ye, di roja 40’emîn de veguherandin çalakiya rojiya mirinê. Ji bo pêşîgirtina li pêla şoreşgerî ya li girtîgehan û pêkanîna girtîgehên bi tîpa F, bi biryara hikumeta koalîsyonê ya wê demê Hikumeta DSP-ANAP-MHP’ê komkujî hate kirin. Di 19’ê Kanûna 2000’î de bi hezaran leşker, tîmên taybet bi çekên sotîner û çekên kîmyewî tevlî êrîşê bûn û 28 şoreşger qetil kirin. Bi sedan şoreşger jî birîndar bûn. Ev êrîşa ku navê ‘Vegera li jiyanê’ lê hatibû kirin, lê belê di rastiyê de Operasyona Tûfanê bû, êrîşek ji bo têkbirina hêviyên jiyana azad ên bindestan bû û weke komkujiya herî mezin a girtîgehan derbasî nava dîroka bi xwîn a dewleta Tirk a komkunjer û faşîst bû.

Hovîtiya li girtîgehan a 12’ê Îlonê, Komkujya Girtîgehan a Amedê ya 1996’an û Komkujiya 19’ê Kanûna 2000’î kiryarên heman mejiyê komkujer e. Yên ku vî mejiyê komkujiyê dimeşînin îro jî bi kiryarên tecrîdê, êşkence û komkujiyan dewam dikin. Tecrîda ku bi girtîgehên bi tîpa F destpê kir, bi modelên girtîgehên nû hatine avakirin hîn bêhtir tê girankirin. Girtîgehên bi ewlekariya bilind ên nû hatine çêkirin û girtîgehên bi tîpa S tîpên nû yên tecrîd û îzolasyona giran e.

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin mînaka wê tuneye

Îzolasyon û tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê asta herî bilind a vî mejiyê komkujiyê ye. Tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, rewşeke wiha ye ku mînaka wê nîne û nirxên hiqûqî û mirovî hemûyan binpê dike. Bi kiryarên li Îmraliyê re tecrîd weke şêweyeke rêveberiyê bi cih tê anîn. Dixwazin ku civakê bi vî rengî bixin bin zextê. Hewl tê dayin ku bêhiqûqî bi kiryarên li ser Rêberê Gelê Kurd li hemû girtîgehan bêne belavkirin.

Berxwedêrên girtîgehan îro jî bi rengê herî bi heybet li ber xwe didin

Mafên bingehîn ên girtiyên şoreşger bi rengekî kêfî têne astengkirin, tecrîdê vediguherînin kiryareke rûtîn û mirinan jî ji rêzê nîşan didin. Bêguman şoreşger wê van qebûl nekin. Çawa ku di 12’ê Îlonê de li ber xwe dan, di 19’ê Kanûnê de li ber xwe dan, îro jî bi rengê herî bi heybet li ber xwe didin. Di vê demê de li zindanan li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedana greva birçîbûnê dewam dike.

Mejiyê faşîst hîn jî girtîgehan weke navendên komkujî û êşkenceyê bi kar tîne. Her roj mirov jiyana xwe ji dest didin. Lê belê girtiyên şoreşger li hemberî van kiryaran hemûyan, ji bo jiyaneke ku hêjayî rûmeta mirovahiyê ye, gavekê jî paşve neavêjin û têkoşînê mezin dikin. Girtiyên şoreşger mîna doh îro jî weke keleyên girîng ên berxwedana têkoşîna şoreşê bi mîsyona xwe ya dîrokî li ber xwe didin. Ji berpirsyariyên me yên şoreşgerî ye ku em vê îradeya şoreşgerî li kolanan, qadan, çiya û eniyan mezin bikin.

Bi navê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) em şoreşgerên Komkujiya 19’ê Kanûnê careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em ê şopdarê têkoşîna wan bin û hesab ji komkujiyê bipirsin. Girtiyên şoreşger jî ji ber têkoşîna xwe ya bi biryar a li hemberî tecrîd û kiryarên teslîmgirtinê silav dikin û diyar dikin ku em ê vê têkoşînê bi ser bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar