Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HBDH: Bi azadiya Abdullah Ocalan re dê komplo têk biçe

HBDH’ê bi wesîleya salvegera 25’emîn a Komploya Navneteweyî daxuyanî da û ev tişt vegot: “Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, bi temamî wê bi azadiya Abdullah Ocalan têk biçe.”

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “25 sal li ser komployê derbas bûn ku sîstema emperyalîst a cîhanê û Tirkiyeyê li dijî Rêberê Gelê Kurd û Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin. Dema ku Abdullah Ocalan 9’ê Cotmeha 1998’an neçar ma ku xaka lê dima biterikîne, pêngava destpêkê ya komployê jî destpê kir. Di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîl girtina wî dewam kir û di vê pêvajoyê de jî timî hat girankirin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin:

“Abdullah Ocalan hîna jî li Îmraliyê dîl girtî ye. Ev tecrîd li dijî gelê Kurd û hemû gelan êrîşek e. Lê gelan û Abdullah Ocalan ev komplo pûç kirin û têkoşîn didome.

Berxwedana lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan a li dijî tecrîda giran, nîşan dide ku îradeya gelê Kurd mezin bûye. Dîlgirtina bi fîzîkî, ti carî nekarî lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd tune bike. Ji çiyayan heta bajaran, ji çeperan heta girtîgehan li her derê têkoşîna şoreşgerî mezin dibe. Tevî ferzkirina sîxûrtiyê, girtinan, êşkenceyan şoreşa yekbûyî, çalakiya şoreşger û bawerî roj bi roj geş dibe.

Ev êrîşên dagirkerî, qirkirin û tecrîd bi faşîzma AKP-MHP’ê dewam dike. Tê xwestin ku hemû girtîgeh û kolan bi êrîşên faşîzmê were tepisandin. Tê xwestin ku tirsê berdin dilê her mirovekî. Lê ne wê rojê, ne jî îro ev armanca wan wê negihije encamê. Li kolanan çalakî, li fabrîkayan grev, li çiyayên azad guleyên rizgariyê, li bajaran meşa milîsan wê heta serketinê qet kêm nebe. Ev komplo wê bi dawî bibe! Hêviya rizgariyê ya Tirkiyeyê, Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê wê her tim şîn bibe.

Di van rojan de êrîşên dagirkeriyê zêde bûne. Faşîzma AKP-MHP’ê hemû çavkanî, çêker û mirovên li Rojava kiriye hedefa xwe de. Li aliyê din jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî polîtîkayên dagirkerî û faşîzmê, berxwedan didome. Her şerekî gerîla, bi serkeftinê encam dibe.

Komploya 9’ê Cotmehê wê negihije armanca xwe. Êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmehê wê nekare hêviya azadiyê tune bike. Îro roj roja geşkirina têkoşînê ye. Navenda vê têkoşînê hemûyê, şoreşa yekbûyî ye. Ji bo geşkirina berxwedanê, divê em bi gerîla û milîsên HBDH’ê re bên ba hev û çalakiyên şoreşgerî zêde bikin. Li dijî êrîşên komplo û dagirkeriyê yekane rê, çalakiyên şoreşa yekbûyî ye. Em ê van komployan pûç bikin û dagirkeran têk bibin. Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê wê bi azadiya Abdullah Ocalan bi temamî têk biçe! Serkeftin wê ya me be!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar