Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HBDH: Bi berxwedanê em ê kelehên faşîzmê hilweşînin

HBDH'ê di deh emîn salvegera raperîna Gezî de şehîd bi bîr anî û got: “Divê banga Gezî îro hîn baştir bê fêhmkirin û bersiv jê re bê dayin. Rêya esasî ya vê yekê jî pêşvebirina têkoşîna şoreşê ye, mezinkirina şerê şoreşgerî ye.”

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di salvegera berxwedana Gezî de daxûyaniyek da.

Di daxûyaniyê de hate gotin, “Beriya niha bi deh salan serhildaneke nû û bi heybet li dîroka têkoşînê ya bindestan dihate neqişandin. Vê carê bi milyonan mirovî li Tirkiye-bakûrê Kurdsitanê bi dirûşma ‘Ev hîn destpêk e, têkoşîn dewam dike’ qad û kolan bi dest dixistin. Qîrîna raperînê ya gelan ji Gezî destpê kir û heta bi Hatay, Enqere, Îzmîr, Dersim, Amedê pêl bi pêl belav dibû. Çalakiya yekbûyî ya serhildêrên li dijî zilmê, tirsa serweran mezin dikir, dibû hêvî ji gelên cihanê re. Li dijî zext, tepisandin û dorpêça tirsandinê ya faşîzmê, hêrsa li nava girseyan mezin bû, bi Gezî re vediguherî berxwedaneke bêhempa. Daxwaz û hesreta bindestan a ji bo cihaneke cûda, bi çalakiya bindestan dihate bilêvkirin.

Bi Berxwedana Gezî re hate dîtin ku înîsiyatîf û afirîneriya şoreşgerî ya girseyan dikare çi bi ser bixîne; komunên hatin avakirin, meclîsên taxan, forûmên taxan tecrûbeyeke girîng a rêxistinî afirand. Gezî girîngî û mecbûriyeta şerê şoreşgerî ya ji bo têkbirina sîstema heyî careke din raxist pêş çavan, di pêşvebirina şerê şoreşgerî û mezinkirina wê de serdemî bû.

Girîngiya pêwîstiya bi şoreşa yekbûyî, çalakiya yekbûyî ya gelan nîşan da û wezîfe da pêşengên şoreşê. Tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî bi vê wezîfe û berpirsyariyê rabû, hewl da bersivê bide daxwazên girseyan û pêwîstiyên şoreşê. Berxwedana Gezî, bû gaveke girîng di rêya HBDH’ê ya rizgariyê de, tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî jî li gorî daxwaza şoreşê ya gelan tevgeriya. Ne deh sal lê bi dehan sal jî di ser re derbas bibin, Geziyê dersên gelekî girîng pêşkeş kiriye ku tecrûbe jê dikare bê hînbûn.

Gezî di sala 10’an de jî tirsa faşîzmê mîna 10 sal beriya niha mezin dike. Desthilatdariya faşîst di şexsê darizandinên Gezî de hewl dide bi milyonan mirovî bitepisîne, bitirsîne. Lê belê li gel ewqas hewldan, polîtîkayên zext û tepisandinê, bi dehan komkujiyan jî, bêencam ma. Çawa ku bi komkujiyan û êrîşên giran pêşî li mezinbûna raperîna li Gezî nekarî bê girtin, îro jî tu êrîş nikare pêşî li yekbûna hêrsê ya bi raperînê bigire.

Ji ber ku girseyên ku li birçîbûn û xizaniyê hatine mehkûmkirin, jinên her roj têne qetilkirin, nasnameyên zayendî yên bindest ên mafê jiyanê ji wan re nayê naskirin, neteweya kurd a dibe armanca qirkirinê, bawerî, ciwan, karker û kedkaran hîn Berxwedana Gezî ji bîr nekirine. Û wê ji bîr nekin; ku dema bûn yek, dema rabûn ser piyan, dema li ber xwe dan digihêjin hêzeke bi çi rengî. Wê bi bîr bînin û li dijî zilma harbûyî bêdeng nemînin, wê hêrsa xwe bi daxwaza bidestxistina paşerojê bigihînin qadan, li dijî faşîzmê bi hevgirtî li ber xwe bidin.

Gezî li dijî mêtingerî, zext, îşkence, dagirkerî û dorpêçiya faşîst a topyekûn banga şerê şoreşgerî, rêxistinî, têkoşîna yekbûyî, berxwedan û çalakî ye. Gezî îrade û biryardariya ji bo qezençkirina siberojên azad e. Divê banga Gezî îro hîn baştir bê fêhmkirin û bersiv jê re bê dayin. Rêya esasî ya vê yekê jî pêşvebirina têkoşîna şoreşê ye, mezinkirina şerê şoreşgerî ye. Bi têkoşîneke li nava sînorên sîstemê ev sîstem nayê hilweşandin, rizgariya gelan pêk nayê. Bêyî dayina berdêlan paşeroj nayê qezençkirin. Têkoşîna ku di Berxwedana Gezî û piştî wê de hate kirin û berdêlên hatin dayin, nîşaneya şênber a vê rastiyê ye.”

Di dawiya daxûyaniyê de şehîdên Nûrheq û Berxwedana Gezî bi rêzdarî hatin bîranîn û hate destnîşankirin ku ji bo bîranîna şehîdan wê têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî mezin bikin, agirê raperînê bi ser bixînin, kelehên faşîzmê hilweşînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar