Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HBDH: Em ê hesabê 10’ê cotmehê bipirsin

HBDH’ê destnîşan kir ku wê hesabê Komkujiya Enqereyê bipirsin û got, “Hêzên şoreşê yên yekbûyî ji bo hilweşandina faşîzmê wê bi her cure amûrên şer, têkoşînê geş bikin”

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ji ber salvegera Komkujiya Enqereyê ya 10’ê cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em di salvegera Komkujiya Enqereyê ya 10’ê cotmehê de ne. Hêrsa me ya li dijî kujeran mîna kêliya destpêkê germ e. Kujer û kiryarê komkujiyê dewleta faşîst û çeteyên wê ne. Em ê hesabê vê yekê bi mezinkirina tevgera şoreşê ya yekbûyî bipirsin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi Şoreşa Rojava, berxwedana Gezî, serhildana 6-8’ê cotmehê û serketina Kobanê re têkoşîna civakî ya yekbûyî bi pêş ket û hat gotin ku: “Her serhildan û berxwedanê tevgera girseyî xurtir kir. Têkoşîn û berxwedana çîna karker, kedkar, gelê kurd û jinan bi vî rengî ji hev hîn bûn, ji hev sûd wergirtin û desthilatdariya AKP’ê lawaz kirin, rê li ber geşbûna şoreşgerî ya tevgera girseyî vekirin. AKP di demeke bi vî rengî de 7’ê hezîranê di hilbijartinê de têk çû. Beriya hilbijartinê bombeya li mîtînga li Amedê hat teqandin gava destpêkê ya ji bo ferzkirina tirs û tundiyê bû. Piştre jî bi têkçûna hilbijartina 7’ê hezîranê re ji bo li ser desthilatdariyê bimîne mekanîzmaya şerê navxweyî bênavber xiste meriyetê. Komkujiya Pirsûsê û piştre jî bicihanîna ‘Plana Têkbirinê’ re pêvajoya 10’ê Cotmehê gav bi gav hat amadekirin. Ev yek dihate wê wateyê ku desthilatdariya faşîst li ser gelê kurd, tevgera azadiyê, tevgera şoreşger a Tirkiyeyê, gel û çîna karker a Tirkiyeyê konsepta şer xiste dewrê. Bi vî rengî AKP’ê xwest ku dînamîkên şoreşger, têkoşîna geşbûyî ya jin, ciwan, bindest û karkeran têk bibe.”

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Komkujiya Enqereyê ya 10’ê cotmehê her wiha nîşaneya hatina 1’ê mijdarê bû û hat gotin, “Hêzên şoreşger bi serxweşiya serketina hilbijartina 7’ê Hezîranê re rastiya dewletê danîn aliyekî û ji aliyê fêhmkirina amadekariyên komkujiyê û birêxistinkirina têkoşîneke şoreşger a yekbûyî ya li dijî faşîzmê lawaz man. Ji ber ku li qadan eniya berxwedanê ya antî faşîst a yekbûyî li dijî faşîzmê nehate birêxistinkirin, nekarî bersivê bide komkujiyan û hesabê wan bipirsin.”

HBDH’ê destnîşan kir ku divê ders ji dîrokê bê wergirtin, lewma giraniyê bidin ser têkoşîna şoreşê ya yekbûnî ne hilbijartinê û got, “Em di pêvajoyeke beriya hilbijartinê de ne. Hêza ku şer û terora faşîst a li dijî hêzên muxalefeta civakî nabînin, êrîşên faşîzmê ji xwe re nakin derd, li şerê dagirkeriyê yê dewleta tirk a faşîst ê li ser bakur, rojava û başûrê Kurdistanê tenê temaşe dikin, yên li dijî dewleta tirk tênakoşin, nikarin bi ser bikevin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, yek ji dersên Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê jî ew e ku faşîzm di hilbijartinê de têk naçe û hat gotin, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hemû saziyên dewletê, derfet, amûr, rêxistiniya paramîlîter, SADAT, mafya, çete, DAIŞ û cîhadîstên din li dijî çîna karker a Tirkiyeyê, gelên herêmê yên bindest, jin, kurd, şoreşgeran bûye hikûmeta şer. Rastiya desthilatdariyeke welê heye ku windakirina di hilbijartinê de ji xwe re kiriye pirsgirêka man û nemanê, lewma dînamîka şerê navxweyî xistiye nava liv û tevgerê û dixwaze pêşî li vê bigire. Nêzîkatiya ku dibêje wê desthilatdariya faşîst bi hilbijartinê têk biçe, bendemayineke bi vî rengî, şermezarkirina çalakiyên şoreşgerî bi îdîaya ‘pêvajoyê sabote dike’, tê wê wateyê ku hêza şerê navxweyî ya li Tirkiyeyê dest bi liv û tevgerê kiriye, nehatiye fêmkirin. Hêzên şoreşê yên yekbûyî ji bo hilweşandina faşîzmê wê bi her rê û rêbaz û amûrên şer têkoşînê geş bikin, nehêlin ku careke din mîna 10’ê cotmehê komkujî bêne kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bîranîn û soz hat dayîn ku wê hesabê Komkujiya Enqereyê biparêzin û faşîzmê hilweşînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar