Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên hikûmeta AKP-MHP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt ragihand: “Êrîş wê weke hewldana dagirkeriyê ya li Garê bi encam bibe. Faşîzm wê careke din li hemberî hêzên şoreşger ên yekbûyî têkçûnê tam bike û gerîla wê careke din serketina xwe pîroz bike.”
HBDH’ê di dawiyê de ev bang li gel kir: “Banga me ji gelê me re ew e ku bi her tiştên xwe ve hêzê bidin hêzên yekbûyî yên şoreşger. Roj roja rêxistinbûna li dijî faşîzmê û hesabpirsîna ji faşîzmê ye û divê em vî agirî veguhazînin nava qesrê û ocaxa kesên ku xwe di ewlehiyê de dibînin.”