Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HBDH: Faşîzma AKP-MHP’ê wê li qadên 1’ê Gulanê têk biçe

Komîteya Rêveber a HBDH'ê 1’ê Gulanê li tevahî kedkar û karkeran pîroz kir û got: "Faşîzma AKP-MHP'ê tenê li qadan, li bendan, li qadên 1'ê Gulanê dikare bê têkbirin."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cihanî daxûyaniyek da.

Di daxûyaniyê de hate gotin, “Li cihanê, Tirkiyeyê û Kurdistanê ku gelek bûyer diqewimin, 1’ê Gulana 2023’yan hîn bêhtir girîng bûye. 1’ê Gulanê ku nîşaneya têkoşîna ji bo cihaneke wekhev, edalet, azad a karker û kedkaran e, hîn jî rojane ye. Tevgera çîna karker a Amerîkayê ku li dijî kapîtalîzma hov ji bo wergirtina mafê keda xwe û kêmkirina saetên kar hate destpêkirin, ji sala 1886’an û vir ve dewam dike. Li her devera cihanê bi berdêla bi hezaran karker û kedkaran 1’ê Gulanê hate afirandin. Qad, kolan, bend, çeper di vê roja bi wate de soza bilindkirina têkoşînê û serketinê dubare dikin.

Ji bo çîna karker, xizan û gelên bindest ên Tirkiyeyê jî 1’ê Gulanê bi dayina gelek berdêlan hatiye bidestxistin. 1’ê Gulana 1977’an ji bo kedkarên Tirkiyeyî û Kurdistanî hîn jî teze ye. Di encama êrîşeke kontrgerîla de 34 şoreşger-kedkar hatin qetilkirin û hesabê vê komkujiyê jî bi taybetî di her 1’ê Gulanê de hate pirsîn. Bandoreke girîng li dîroka têkoşînê ya çîna karkeran kir, lê belê biryardariya qezençkirina 1’ê Gulanê tu carî kêm nekir. Li gel qedexeyan jî çîna karker û gelên bindest ên Tirkiyeyê xwedî li wateya dîrokî ya 1’ê Gulanê derketine.”

Di daxûyaniyê de hate ragihandin ku ev êrîş niha bi destê faşîzma AKP-MHP’ê dewam dikin û hate gotin, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst bandora krîza aborî û siyasî ya ku ji aliyê wê ve hatiye afirandin dixe ser milê kedkaran. Bi şer, dagirkerî, derewên ‘mezinbûn-pêşketinê’, hewl dide ku girseyên kedkar bixapîne. Bi êrîşên dagirkeriyê yên li derveyî sînor, bi êrîşên siyasî û qirkirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê, bi şerê li dijî gelê kurd û desteserkirina mafên bi têkoşînê hatine bidestxistin, bi tunehesibandina baweriya elewiyan û îbadetxaneyên wan, her tiştên xwe seferber dikin ku krîza aborî, siyasî û leşkerî veşêrin. Biryara gerîla ya bêçalaktîiyê ji xwe re weke firsendê dibîne û êrîşên nû dike. Derewên ku li qadên mîtîngan li gel dikin, wê nikaribin wan rizgar bikin. Ev yek ji bo wan şerê man û nemanê ye. Zanin ku carekê li kolanan winda bikin wê bi temamî winda bikin.

1’ê Gulana 2023’yan di rewşeke bi vî rengî de hate pêşwazîkirin. Kiryarên desthilatdariya faşîst û polîtîkayên neolîberal ên riziyayî yên faşîzma AKP-MHP’ê bi dawî dibin. Lê belê ev desthilatdariya faşîst wê ji ber xwe ve hilneweşe. Wê heta dawiyê hewl bide desthilatdariya xwe dewam bike. Yekane hêza ku wê têk bibe, têkoşîna yekbûyî, rêxistinî ye. Lewma faşîzma AKP-MHP’ê tenê li qadan, bendan û qadên 1’ê Gulanê wê têk biçe.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo dagirtina qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar