Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HBDH: Hesabpirsîna ji komkujiya Enqere û faşîzmê maf e

Komîteya Rêveber a HBDH’ê di salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de banga hesabpirsîna ji rejîma faşîst kir û wiha got: “Dewleta faşîst ne tenê bi saziyên xwe yên ayîdê dewletê, bi her cure rêxistinên çete û kontra şer xwe rêxistin dike. Parastina rewa ya karker-kedkaran a li dijî faşîzmê maf e.”  

Komîteya Rêveber a HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî da û ev tişt anî ziman: “Em di salvegera Komkujiya Gar a 10’ê Cotmehê de ne. 8 sal li ser ‘Komkujiya Garê ya Enqereyê’ derbas bûn. Mîna komkujiyên Amed û Pirsûsê, berpirsên rast ên komkujiya Garê ya Enqereyê jî, dewleta Tirk a faşîst û DAÎŞ e.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin:

“Hêviya gelên me yên bindest ku li dora Şoreşa Rojava mezin bû, bayê berxwedanê ya li dora Serhildanên 6-8 Cotmehê û berxwedana Kobanê pêş ketî, berxwedanên Rêveberiya Xweser, têkoşîna antî-faşîst a ku di atmosfera polîtîk de bilind bûyî, têkoşîna demokratîk a karker-kedkaran hêza xwe ji tecrubeya têkoşînê ya kedkar, gel û jinên berxwedêr digirt û têkoşîna li dijî faşîzmê geş dikir. Evane hemû di heman demê de bûn bingehê krîza rêvebirina faşîzmê.

Serkeftin bi zêdekirina rêxistinbûn û çalakiyan pêkan e

Dewleta faşîst ne tenê bi saziyên xwe yên ayîdê dewletê, bi her cure rêxistinên çete û kontra şer xwe rêxistin dike. Parastina rewa ya karker-kedkaran a li dijî faşîzmê maf e. Di salvegera Komkujiyê Garê ya 10’ê Cotmehê de divê karker, kedkar û jin li dijî vê hovîtiya faşîst amûrên xwe yên parastina rewa biafirînin, rêbazan pêş bixin û xwe rêxistin bikin. Serkeftin bi zêdekirina rêxistinbûn û çalakiyan pêkan e. Bi vê zanebûn û baweriyê, divê em li ser esasê mafê parastina rewa, têkoşîna edaletê veguherînin têkoşîna hesab pirsînê.

Ji bo hesab pirsîna yên ku me di Komkujiya 10’ê Cotmehê ji dest dane, di nava revên HBDH-KBDH’ê de xwe rêxistin bikin û hêrsa xwe veguherînin îradeya çalakiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar