Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HBDH: Li dijî qirkirinan hewceyî bi têkoşîna şoreşgerî heye

Komîteya Rêveberiyê ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi boneya 31’emîn salvegera Qirkirina Sêwasê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HBDH’ê bi bîr xist ku di 2’yê tîrmeha 1993’yan de bi destê dewleta tirk a faşîst 33 şoreşger, rewşenbîr û hunermend bi saxî hatin şewitandin û qetilkirin.

Daxuyaniya Komîteya Rêveberiyê ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) wiha ye:

‘’Sêwas… Madimak… di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de bi destê dewleta faşîst li Tirkiyeyê û Kurdistanê qirkirineke xwîndar pêk hat. 33 şoreşger, rewşenbîr û hunermend bi saxî hatin şewitandin û qetilkirin.

Weke hemû caran li hemberî têkoşîna şoreşgerî bersiva faşîzmê bûbû qirkirin. Bi vê qirkirinê li dîroka dewleta tirk qirkirineke din zêde bû. Qirkirina Sêwasê ne qirkirina yekem faşîzmê ye û ne jî ya dawî ye. Di dîroka şoreşa me ya yekbûyî de gelên bindest bi gelek qirkirinan re rû bi rû mane. Qirkirinên Dêrsîm, Agirî, Mereş û Çorûmê polîtîkayeke dewletê ya serdestan e. Serdestên faşîst girêdayî vê rastiya xwe  li dijî civakên şoreşger û demokrat teror û faşîzmeke zêde dijwar pêk anîn.

Qirkirina Sêwasê jî ji ber van sedeman hate birêxistinkirin. Dewleta tirk ev qirkirin bi bikaranîna komên olperest û faşîst pêk anî. Lêpirsîna Qirkirina Sêwasê tu caran nehate kirin. Her wiha sûcdarên faşîst yên ku Madimak şewitandin û Qirkirina Sêwasê pêk anîn, serbest hatin berdan.

Azadî û rizgarbûna kedkarên elewî yên bindest û tune tên hesibandin girêdayî yekbûna têkoşîna çîna karker û gelê kurd e. Ji bo ku bersivdayîna qirkirinên nû yên faşîzmê û têkbirina pergala faşîst a qirker divê em têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî pêş bixin. Divê karker û kedkar li hemberî gefên li dijî kedkarên Elewî bê deng nemînin. Rizgarbûn di destê me de ye û girêdayî têkoşîna şoreşgerî û birêxistî ye.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar