Milîsên Alî Çîçek ên HBDH’ê daxuyandin ku li Bûrsayê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana zindana çalakî kirine. Li gorî daxuyaniyê 10’ê îlonê li taxa Mahmûdiye ya navçeya Înegolê, febrîqeyeke mobîlsya ya kesekî faşîst ê MHP’yî hat şewitandin.
Hate ragihandin ku 15’ê îlonê saet di 01:45’an de jî li herêma pîşesaziya organîzeyî ya Suleymaniye ya navçeya Înegolê kargeheke veguherînê hate şewitandin. Li gorî daxuyaniyê di çalakiyê de kepçeyeke, pîkapek jî şewitîn.