Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDK: Gelê me ji pergala faşîzmê re got ‘raweste’

HDK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bi hilbijartina Stenbolê re derket holê ku tu rewatiya pergala serokomariyê nîne û bloka AKP-MHP’ê li hemberî vîna gel têk çûye. HDK’ê da zanîn ku rêya aştiya Tirkiyeyê di Îmraliyê de derbas dibe

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî hilbijartina 23’yê hezîranê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. HDK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku bloka AKP-MHP’ê di hilbijartina 31’ê adarê de bi destê YSK’ê darbe kir û hilbijartina Stenbolê dubare kir.

Di berdewamê de jî HDK’ê daxuyand ku bloka AKP-MHP’ê di serî de gotin; ‘Pirsgirêka bekayê heye’ û ‘Ev hilbijartin erêkirina pergala hikûmetê ya serokomariyê ye.’ HDK’ê wiha domand: “Bi hilbijartina Stenbolê re xwestin vê pergalê rewa bikin. Lê hêviya wan têk çû. Bloka îktîdara AKP-MHP’ê niha bûye mijara nîqaşê. Cara duyemîn e ku gel ji rejîm û pergala serokomariyê re dibêje ‘raweste’. Desthilata AKP-MHP’ê li hemberî vîna gel a Stenbolê têk çû. Gel bi rêjeyeke mezin ji talankirin û wêrankirina Stenbolê re got bes e.”

‘Gelan ji faşîzmê re got raweste’

HDK’ê diyar kir ku gelê Stenbolê bi hilbijartinê re ji pergala yekzilamî re gotiye raweste û wiha berdewam kir: “Gelan li dijî pergala faşîzmê helwest û daxwaza xwe nîşan daye. Bloka AKP-MHP’ê li gelek bajaran şaredarî winda kir. Şaredariyên bajarên mezin winda kirin. Bi vê yekê re bloka AKP-MHP’ê û Tayyîp Erdogan êdî rewatiya xwe winda kirin. Gelê me li dijî polîtikayên şer, terora dewletê, krîza aborî, betalî û astengiyên li pêş azadiya îfadeyê helwesta xwe nîşan da.”

Pêdiviya bi fikrên Ocalan

Di dawiyê de jî HDK’ê ev tişt parve kirin: “Daxwaza gel pêk hat. Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Piştî tecrîda 8 salan a li Îmraliyê, bi têkoşîna Leyla Guven, girtiyan ketin greva birçîbûnê û hemû dayikên laçik spî di 2’yê gulanê de deriyên Îmraliyê li parêzeran re vebûn. Pêdiviya gel a bi fikrên birêz Ocalan, bi van hevdîtinan careke din derket holê. Divê gelê me li dijî faşîzme, têkoşîna aştî, edalet wekhevî, demokrasî û azadiyê bilindtir û xurtir bike.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar