Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘HDK hêzeke çareseriya xweser a vê erdnîgariyê ye’

Hevberdevkê HDP’ê Sedat Şenoglu û hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku pêvajoya şoreşê li herêmê mezin dibe û di aloziya heyî de HDK weke hêzeke çareseriya ya xweser e. Axaftvanan got ku dê tecrîda li ser Ocalan jî bi dawî bikin

Dehemîn Kongreya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) duh bi dirûşma ‘Kapîtalîzmê, baviksalariyê û faşîzmê bikuje; ji bo jiyanê li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û ava bike’ dest pê kir. Di kongreyê de tevî hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên gelek partî û saziyan amade bûn. Kongre li Akar Otel a li Enqereyê tê lidarxistin.

Di kongreyê de hevberdevkê HDP’ê Sedat Şenoglu destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke şoreşê ya mezin de ne ku dê dinyayê ser û bin bike.  Şenoglu wiha domand: “Sala 2020’an dibe ku ji bo erdnîgariya me bibe yek ji salên biryardanê. Nîşaneyên vê yekê hemû li erdnîgariya me tên dîtin. Em qala krîzeke global a aboriyê dikin. Em dizanin ku ev yek ne tenê aborî ye, krîzeke civakî, siyasî, ekolojîk û sîstemî ye. HDK weke hêzeke çareseriyê ya xweser a vê erdnîgairyê di sala 2011’an de ava bû. Çareseriya ku HDK ji bo erdnîgariya me pêşniyar dike, çareseriyek ji bo tevahiya dinyayê ye.”

‘Em dixwazin Rojavayan ava bikin’

Bi domdarî jî Şenoglu wiha got: “HDP alternatîf û fikrê ‘Rêya sêyemîn’ e. Şoreşa Rojava nîşan da ku ev yek pêkane. Yekitiya federatîf e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Tişta ku mirovan li Rojava dîtin heman tişta ku di Komuna Parîsê de dîtin. Ji ber vê yekê em bi navê HDK’ê dixwazin li erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê, Rojavayan ava bikin.”

Tecrîda li ser Ocalan

Têkildarî mijarê hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di serî de her sê jinên siyasetmedar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar bi bîr anî. Piştre jî Koçyîgît bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Em dibêjin, silav be ji birêz Ocalan re. Em ê vê tecrîdê bi dawî bikin. Ji bo ewlekarî û tenduristiya wî em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

‘Hemû kapîtalîst ji şoreşê aciz bûn’

Di berdewamê de jî Koçyîgît jî bal kişand ser şoreşa Rojava û wiha bi dawî kir: “Di hedefa AKP-MHP’ê de ye. Tevî AKP-MHP hêzên kapîtalîst hemû ji vê şoreşê aciz bûn. Li dijî rêxistinbûna bi hev re ya gelan, li dijî jiyana bi hev re AKP-MHP taşeroniya xwecihî ji êrîşên navneteweyî re dike. Parastina Rojava parastina paşeroja xwe ye, parastina hebûna xwe ya li Tirkiyeyê ye. Ger em Rojava ji dest bidin, faşîzm dê li Tirkiyeyê mayînde bibe.”

Kongre bi axaftina mêvanan dewam dike. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar