PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

HDP: AKP-MHP penaberan ji bo bazariyên qirêj bi kar tîne

Berdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê Gulsum Agaoglu bi daxuyaniyekê ragihand ku tifaqa AKP-MHP’ê koçberan weke amûreke şantajê û bazariyê bi kar tîne

Berdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulsum Agaoglu têkildarî penaber û koçberan de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de Agaoglu destnîşan kir ku bazariyên qirêj li ser penaber û koçberan tên kirin.

Agaoglu di daxuyaniya xwe de diyar kir ku yek ji desthilatdariyên ku koçberan weke amûreke şantajê û bazariyê bi kar tînin, tifaqa AKP-MHP’ê ye û wiha domand: “Ev rewş krîza siyasî mezintir dike û dibe sedem ku pêleke mezin a koçberiyê pêk were. Ji bo bidawîbûna bazariyên qirêj ên der barê koçberan û li dijî polîtîkayên destwerdanê û leşkerî yên desthilatdaran ku dibin sedema koçberiyê, em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin.”

Herî dawî jî Agaoglu ev tişt destnîşan kir: “Li dijî ferasetên mêtinger, mîlîtarîst, nîjadperest, şerxwaz ku dibin sedema koçê, Em bang li hêzên demokrasiyê dikin ku piştevaniyê bidin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar