HDP’a Amedê beriya lidarxistina 4’emîn Kongreya Asayî, dê di 19 û 20’ê kanûnê de li Amedê konferansê li dar bixe. Endama Meclisa HDP’ê Rabîa Tekas got ku dê di konferansê de nîqaşên girîng bikin û encama konferansê veguhezînin kongreyê
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di meha sibatê de dê 4’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. Beriya kongreyê jî HDP’a Amedê bi dirûşma ‘Em bi hêvî û wêrekî xwe birêxistin bikin, faşîzmê têk bibin’ dê di 19 û 20’ê kanûnê de konferansa du rojan li dar bixe.
Têkildarî mijarê endama Meclisa HDP’ê Rabîa Tekas axivî û got ku hewceye ku pratîka rêxistinbûyîna xwe li qadê nîşan bidin. Tekas anî ziman ku di 19’ê kanûnê de bi beşdariya jinan û di 20’ê kanûnê de jî dê bi beşdariya hemû pêkhateyan konferansê li dar bixin.
Di berdewamê de jî Tekas diyar kir ku ne tenê di pêvajoyên kongreyê de, bi tecrûbeya têkoşîneke 30 salan a siyasî xebatên xwe dimeşînin û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê jî rêxistineke me ya xurt a jinan heye. Kongreyên me bêyî nûnertiya jinan nabe. Ji bo di kongreyê de nûnertiya jinan hebe, hin xebat hatine kirin. Em xwedî wê rol û mîsyonê ne ku ji civakê re pêşengiyê bikin.”
Tekas daxuyand ku dê di konferansa xwe ya du rojan de nîqaşên girîng birêve bibin û encama konferansê veguhezin kongreyê.
Konferansa dê li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a HDP’ê ya Amedê bê lidarxistin. AMED