Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

HDP: Berxwedana 14’ê Tîrmehê heqîqeta fedaîtiyê ye

HDP’ê bi boneya 37’emîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê, ji bo parastina nirxên gel, civak û mirovahiyê, heqîqeta canbexşaneyê ye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera 37’emîn a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’yan a li dijî pêkanînên dijmirovî yên li Girtîgeha Jimar 5 a Amedê hate lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Her wiha li Wanê jî berxedêrên 14’ê Tîrmehê bi merasîmekî hatin bibîranîn.

Daxuyanî ji hêla berdevka Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li dijî rejîma darbekar a 12’ê Îlonê, berxwedana herî dîrokî, rewa, mirovî û çalakiyeke bi bandor hate lidarxistin. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li dijî vê rejîmê, îşkence, mûameleyên xerab, pêkanînên hovane û teslîmkariyê berxwedana 14’ê Tîrmehê pêş xist. Bi çalakiya xwe ya rojiya mirinê re, derbekî mezin li hişmendî û feraseta rejîma darbekar xistin.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê xeta siyaseta demokratîk a îro afirand û ji bo pêşerojê bû hêvî. Girtîgeha Amedê ji hêla rejîma darbekar a 1980’an, ji bo teslîmgirtina civakê weke navend hatibû avakirin. Ger ku civaka Tirkiyeyê bixwaze xwe ji klîka darbeyê xelas bike, di vê di serî de bi rastiya pirsgirêka kurd û Girtîgeha Amedê re hevrû bibe. Girtîgeha Amedê ku ji hêla generalên 12’ê Îlonê ve ji bo terbiyekirin û teslîmgirtina civakê weke laboratuarê hatiye bikaranîn, ne tenê pirsgirêka kesên ku ew hovîtî jiyayî û civaka kurd e, di heman demê de ji bo hem kesên ku li Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin û li dijî darbeyê ne jî pirsgirêke.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê nîşan daye ku zilm û zordarî çiqas mezin be bila bibe, li hemberî wê berxwedan jî ewqas mezin dibe û encamên dîrokî di afirîne. Civaka kurd û girtiyan li hemberî wehşet û îşkenceyê bedenên xwe helandin û êrîş bi berxwedanê bersivandin. Bi vê yekê re jî heqîqeta xwe afirandin. Di vê wateyê de 14’ê Tîrmeh, ji bo parastina nirxên gel, civak û mirovahiyê, heqîqeta fedaîtiyê ye. Kesên ku dema bedena xwe ji bo civak û heqîqetê dihelandin û di gotin; ‘Li ser kêla gora min deyndar e binivîsînin’ ve ev rastî hatiye afirandin. Bi vê yekê, ji kesên siyaseta demokratîk dimeşînin re jî bûn rêber. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi siyaseta exlaqî û têkoşîna ji bo civakê re dikare bi wate bibe.

Çawa ku rejîma darbekar a 1982’yan hewl da ku xwe li ser girtîgehan mayînde bike û rastî berxwedaneke mezin hatibe, di roja me de jî hemû rêbazên faşîzan û rêveberiyên zextê dixwazin bi siyaseta girtîgehê û girtinê re xwe mayînde bikin. Ji ber ku denklema mekanîka darbeyê ye û li ser wan hînbûnan hebûna xwe didomîne. Heman mekanîka darbeyê, heman xeta berxwedanê jî bi xwe re tîne. Li hemberî rejîma zordar îro jî hem li hundir û hem jî li derve heman xeta bexwedanê bi parastina hebûna xwe vê yekê nîşan dide.

Bi vê boneyê em bang li her kesî dikin ku bi rastiya Girtîgeha Amedê re hevrû bibin. Divê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin û hemû sûcên li dijî civakê hatine kirin yek bi yek bên destnîşankirin. Ji bo avakirina vê komîsyonê çi bikeve ser milê partiya me, em amade ne ku pêk bînin. Heta ev dewlete bi rastiya Girtîgeha Amedê re hevrû nemîne, ne pêkane ku demokrasî û aştiya civakî çêbibe û pêşerojeke hevpar bê avakirin.”

Wan

Bi heman boneyê, HDP’a Wanê jî li avahiya xwe merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de endamên HDP, DBP û TJA’yê û gel amade bûn. Di salona bibîranînê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatibûn bicihkirin û find hatibûn pêxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyoneka ku berxwedana di girtîgehê de vedibêje hate nîşandan.

Piştî sînevîzyonê jî der barê girîngî û wateya Berxwedana 14’ê Tîrmehê de axaftin hatin kirin. ENQERE – WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar