Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

HDP berxwedana li dijî qeyûman mezintir dike

Navenda Koordînasyona Krîzê ya Li Dijî Qeyûman a HDP’ê di civîna xwe ya duh de ji bo heta 19’ê cotmehê biryara gelek çalakiyan da. Koordînasyonê diyar kir ku dê li 7 navenda hevdîtinên girseyî bi gel re bên lidarxistin. Di 19’ê cotmehê de jî dê hemû herêm bi awayeke hemwext daxuyaniyê bidin

Navenda Koordînasyona Krîzê Ya Li Dijî Qeyûman a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh civiya. Bi ser tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê 2 meh derbas bûn. Koordînasyonê di vê çarçoveyê de biryar da ku heya 19’ê cotmehê bênavber bertekên xwe yên demokratîk li dar bixe. Biryarên koordînasyonê ji hêla Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ve jî hatin erêkirin.

Di çarçoveya biryaran de dê li herêman bi gel re civîn bên lidarxistin û bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDP’ê li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi dirûşma ‘Ji bo demokrasiyê em tên gel hev’ li dijî qeyûman çalakî bên lidarxistin.

Hevdîtinên bi gel re

Her wiha biryar hate dayîn ku li her 7 navendan jî hevdîtinên bi gel re di asta mîtîngê de bên kirin û ji bajarên derdorê jî welatî tev li van hevdîtinan bibin. Di civînê de hat destnîşankirin ku ji bo van hevdîtinan dê parlamenterên HDP’ê li herêmê xebatan bimeşînin. Ji bo Nobeda Demokrasiyê ya li Amed, Wan û Mêrdînê jî biryar hat dayîn ku nûnerên rêxistinên civaka sivîl bên vexwendin.

Bernameya çalakiyan

Bernameya çalakiyan a koordînasyonê ya heta 19’ê cotmehê wiha ye:

“*Çalakiyên nobedê yên li Amed, Mêrdîn û Wanê dê li taxan jî bên lidarxistin. Dê li cihên nobedê stand bên vekirin û kampanyaya îmzeyan bi girseyî bê birêvebirin.

*Bi pêşengiya HDK û HDP’ê dê li dijî qeyûman çalakî bên lidarxistin û serdanên bi şandeyî pêk bên.

*Çalakiya ku dê li Esenyurtê bê lidarxistin, bi tevlêbûnên ji Stenbol, Bursa, Yalova, Kocaelî, Tekîrdag, Balikesîr, Çanakkale, Edîrne, Sakarya û hemû navçeyan dê di 16’ê cotmehê de pêk bê.

* Dê di 16’ê cotmehê de li Êlihê jî bi tevlêbûnên ji Sêrt û navçeyên wê re bi gel re hevdîtin bê kirin.

* Li Wanê bi tevlêbûnên ji navçeyan û bajarên derdora wê re dê di 17’ê cotmehê de bi gel re hevdîtin bê kirin.

* Di 18’ê cotmehê de li Mêrdînê dê bi tevlêbûnên ji navçeyan û ji Şirnex û Rihayê li navenda bajar bi gel re hevdîtin bê kirin.

* Li Îzmîrê dê bi tevlêbûnên ji Manîsa, Aydin, Mugla, Denîzlî û Antalyayê re di 17’ê cotmehê de bi gel re hevdîtin bê kirin.

* Di 18’ê cotmehê de jî dê bi tevlêbûnên ji Mêrsîn, Osmaniye, Hatay û hemû navçeyên Edeneyê li Edeneyê bi gel re hevdîtin bê kirin.

* Li Enqereyê jî dê di 19’ê cotmehê de bi tevlêbûnên ji Konya, Eskîşehîr, Kayserî, Kirşehîr û hemû navçeyan re bi gel re hevdîtin bê kirin.

* Ji ber ku wezareta karên hundir biryara der barê hevşaredarên her sê şaredariyên bajarên mezin ên ji peywirê hatine dûrxistin de her du mehan carekê dinirxîne, divê di 19’ê cotmehê saet di 13.00’an de li hemû herêman daxuyaniyên girseyî bên dayîn. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar