Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Alîcan Onlu, Nûsrettîn Maçîn û Nejdet Îpekyuz, li Otela New Gardên a li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi nûnerên partiyên kurd re hatin gel hev. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên Komeleya Kurdên Şoreşger û Demokrat (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PİA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Paltforma Kurdên Demokrat-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî tev li civînê bûn.
Beriya civînê Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê bi partiyen tifaqa kurdistanî re nehatine gel hev û agahî da ku wê di demên pêş de civînên wan ên bi vî rengî zêde bibin. Aydenîz ragihand ku wê di civînê de biryaran bigirin û piştî civînê bi raya giştî re parve bikin.
Piştî daxuyaniya Aydenîz civînê ji çapameniyê re girtî berdewam kir. AMED