Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP: Bi rêbazên hetikî dixwazin darbeya qeyûm rewa bikin

Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê ji Rêveberiyên Xwecih Berpirs Salîm Kaplan bertek nîşanî lêpirsîna der barê hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan de hatiye destpêkirin da û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ku nekarî der barê hevşaredarên wan de tu tiştekî îspat bike, bi rêbazên kirêt hewl dide darbeya qeyûm rewa bike

Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirs Salîm Kaplan bi sernavê ‘Hûn nikarin bi kampanyayên reşkirinê û lêpirsînên çêkirî darbeyê rewa bikin’ nivîsek weşand.

Salîm Kaplan nivîsên fermî yên têkildarî girtina ji peywirê ya hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan bi bîr xist û wiha got: “Nivîsên fermî nîşan didin ku qeyûm darbeyeke plankirî ye. Ertan ji bo ku wehdên xwe yên dema kampanyaya hilbijartinê demildest bi cih bîne, di çarçoveya mewzûata têkildar û li ser esasê liyaqatê hin kes tayîn kirin. Gendelî û bertîl bûne mijara lêpirsîna wezaretê. Betalkirina kesên ku dema qeyûm hatine ser kar, weke ku tiştekî li derveyî hiqûqê be hatiye nîşandan û ev jî hişmendiya gemarî ya li pişt lêpirsînê ye.”

‘Nikarin tiştekî îspat bikin’

Bi berdewamî jî Kaplan ev tişt destnîşan kir: “Desthilata ku di çêkirina operasyonên bi honakên şaş û derew de bûye hosta nikare îspat bike ku hevşaredarên me Bedîa Oozgokçe Ertan, Ahmet Turk û A. Selçûk Mizrakli yek qirûşê gel îsraf kiriye. Nikare îspat bike ku gendelî kirine. Tenê li ber raya giştî ya cîhanê dikarin xwe şerpeze bikin, ji vê wêdetir nikarin gavekî jî biçin.”

‘Li neynûkê binêrin’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi lêpirsînên wiha çêkirî û rêbazên hetikî hûn nikarin darbeya qeyûm rewa nîşan bidin. Tenê desthilat û derdora wan a nêz ji lêpirsînên wiha naylonî bawer dike. Heke bi rastî jî hûn nelirêtî, li nehiqûqî, gendelî, talanê digerin ne li dûr li neynikê binêrin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar