Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mûzika ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’î adarê de bên lidarxistin, weşand. Mûzik ku bi navê ‘Ya Me Ye’ hate weşandin, li ser medyaya civakî rastî eleqeyeke mezin hat
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mûzîka hilbijartina rêberiyên herêmî ku dê di 31’ê adara îsal de bên lidarxistin bi raya giştî re parve kir. Mûzîka bi nave ‘Ya Me Ye’, ji hêla hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) helbest û stran amade kirin û dan nasîn. Strana hilbijartinê li Salona Konferansê ya Ayaz Elegance ya Peyasê di danasîna namzetên hevşaredaran de hat nasîn. Piştî ku stran li ser medyaya civakî hatiye parvekirin, rastî eleqeyeke mezin hat.
Helbesta stranên muzîka NÇM’ê ya ji bo hilbijartinê wiha ye:
Kuçe û kolan ya me ye
Qad û bajar ya me ye
Deşt û zozan a me ye
HDP partiya me ye
Bi vîn û serhildan e
Bi rik û berxwedan e
Bi tilîlî û dîlan e
HDP bersiv dan e
Ew rêça azadî ye
Wek rojê hilatî ye
Partiya gel û aştî ye
Rabin wa dem hatî ye
Dem hat û gurzî lêxin
Qeyd û bendan li erdêxin
Zilimkar û zordaran
Ji bajaran derêxin
Kuçe û kolan ya me ye
Qad û bajar ya me ye
Deşt û zozan ya me ye
HDP partiya me ye
Jin jiyan azadî ye
Hêvî û bawerî ye
Tim ciwan û zindî ye
HDP soza me ye
Ji do tê dîroka me ye
Xewn û azadiya me ye
Ew roj û dema me ye
Sibe jiyana me ye
Dem hat û gurzî lêxin
Qeyd û bendan li erdêxin
Zilimkar û zordaran
Ji bajaran derêxin