Parlamenterên HDP’ê bi wêneyên siyasetmedarên HDP’î yên girtî di hevdîtina Komîsyona Plan û Butçeya Meclisê de cih girtin û girtina siyasetmedaran şermezar kirin
Li meclisê hevdîtinên li ser Plan û Butçeyê dewam dikin. Parlamenterên HDP’ê hevdîtina butçeya Wezareta Dadê şermezar kirin. Di Komîsyona Plan û Butçeya Meclisê de Wezîrê Dadê Abdulhamî Gul axivî. Dema wezîr Gul axivî, parlamenterên HDP’ê jî bi wêneyên siyasetmedarên HDP’î yên girtî û dovîzên nivîsa ‘Em ê teqez bi ser bikevin’ di komîsyonê de cihê xwe girtin.
HDP’iyan her wiha nivîsa ‘şahidê nepen’ ya danîn ser maseyê balê kişand ser xwe. ENQERE