PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

HDP-Çepên Kesk: 28’ê Gulanê wê bibe referandûma alîgirên demokrasî û alîgirên rejîma tekperest

HDP-Partiya Çepên Kesk, bal kişandin ser hilbijartinên tûra duyemîn a serokkomariyê û gotin: " Karê ku di 14'ê Gulanê de nîvco ma, em ê di 28'ê Gulanê de temam bikin. Di 14'ê Gulanê de me sekinand, em ê 28'ê Gulanê biguherînin.”

Desteyên Rêveberiyê yên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi civîneke çapemeniyê helwesta xwe ya ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê aşkere kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û got, “Di tûra duyemîn a hilbijartinê de em ê dengê xwe bidin û rejîma yek şexsî biguherînin.”

’28’ê Gulanê wê bibe referandûma alîgirên demokrasî û alîgirên rejîma tekperest’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku encamên hilbijartinên 28’ê Gulanê wê salên bê diyar bikin û got, “Hilbijartinên 28’ê Gulanê wê di navbera dilxwazên guhertin û demokratîkbûnê û alîgirên rejîma tekperest de mîna referandûmekê pêk were. Beriya her tiştî vê yekê bibêjim; em ti feraseteke siyasî qebûl nakin ên ku berxwedêriya guhertina demokratîk a li nava civakê dişikîne, talan dike yan jî napejirîne. Li dijî ferasetên bi vî rengî em têkoşîna xwe ya demokratîk heta dawiyê dewam dikin.”

Pervîn Bûldan diyar ikr ku di sedsala duyemîn a komarê de, di her şert û mercî de wê îradeya gel di ser her tiştî re bihêlin û got, “Ji bo paşerojeke demokratîk, wekhev û hevpar em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

‘Guherîna esas wê bi têkçûna pergala yek şexsî pêk bê’

Pervîn Bûldan diyar kir ku rejîma sosret a ku Erdogan û hevalbendên wî ava kiriye, sedema bingehîn a pirsgirêkên heyî yên civakî ye û got, “Di hilbijartinên 28’ê Gulanê de wê dengdan li ser wê yekê bê dayin ku ev rejîma sosret dewam bike yan na. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi xurtî xwedî li guhertina demokratîk û daxwaza aramiyê derket û vê yekê di dengdanê de xwe nîşan da. Bi milyonan dengên ku li dijî sîstemê bûn yek, ji bo azadî, demokrasî, aramiyê bûn. Armanc avakirina rejîmeke adîl, azad û demokratîk a dûrî cihêkariyê ye.

Em careke din destnîşan dikin ku rejîma Erdogan nikare bersivê bide van daxwaz û bendewariyan. Erdogan û rejîma wî di dema bê de jî wê li pêşiya pêkhatina vand axwazan astengiya herî mezin be. Ji ber vê yekê Erdogan tu carî rêyek nîne, yekane rê ew e ku desthilatdariya ew temsîla wê dike bê guhertin. Lewma em dibêjin; ji bo me ya herî girîng ew e ku daxwaz û bendewariyên li ser demokrasî, hiqûq, edalet, wekhevî û azadiyê yên gelê kurd û civaka Tirkiyeyê bê nîşandan. Em hêviyê mezin dikin ku di 28’ê Gulanê de bi milyonan kesî karin guhertin û serketina dîrokî pêk bînin. Em ji vê bawer dikin, hûn jî jê bawer bikin. Bêkêmasî em ê dengê xwe bidin û bi hev re rejîma yek şexsî biguherînin. Daxwaza guhertinê ya bi milyonan kesî ji bo me çavkaniya herî mezin a guhertinê ye. Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Akin: Karê nîvço maye divê em temam bikin

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin destnîşan kir ku daxwaza guhertinê wê neyê astnegkirin û got, “Karê ku di 14’ê Gulanê de nîvco ma, em ê di 28’ê Gulanê de temam bikin. Di 14’ê Gulanê de me sekinand, em ê 28’ê Gulanê biguherînin. Encamên 28’ê Gulanê wê ji bo me û tevahiya gelên Tirkiyeyê girîng bin. Li hemberî her cûre astengiyan di 28’ê Gulanê de em ê biçin dengdanê û vê rejîma zordar û dijminê kurdan û jinan biguherînin. Em careke din bang li gelên xwe dikin. Em li vir in û di mijara guhertinê de bi biryar in. Li gorî karên me yên 14’ê Gulanê di nava civakê de motîvasyoneke xurt, daxwazeke xurt heye. Rejîma qesrê wê tu carî nikaribe vê asteng bike.”

Ûçar: Ev hilbijartin ne hilbijartina Erdogan û Kiliçdaroglû ye

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar anîz iman ku di tûra duyemîn de wê dengê xwe ji bo guhertinê bi kar bînin û got, “Bi hilbijartinê re em ê vê sîstema fîrewn, rejîma yek şexsî, rejîma dijminê jin alîgirên rejîma tekperest têk bibin.” Ûçar bi dewamî got, “Ev hilbijartin ne hilbijartina Erdogan û Kiliçdaroglû ye. Hilbijartina me ye. Dengê me wê careke din ji bo demokrasî û guherînê be. Hilbijartinên 14’ê Gulanê veguherî hêviyeke cidî. Ev hêvî wê di 28’ê Gulanê de bi ser bikeve.”

Sancar: Kesên dengê xwe bi kar neanîne divê vê carê bi kar bînin

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar axivî û bal kişand ser metna hevpar û got, “Tiştekî ku li vê bê zêdekirin nîne. Hilbijartinê 28’ê Gulanê mîna referandûmê ye.” Sancar diyar kir ku tercîha wan wê li aliyê daxwaza guherîna demokratîk a gelan be û got, “Banga me li gelê me ye yên ku di tûra destpêkê de dengê xwe bi kar neanîn. Bila dengê xwe bi kar bînin, bi îradeya xwe em rejîma qesrê biguherînin, bi îradeya xwe xwedî li sindoqên dengdanê derkevin. Em ji vê bawer bikin û bi hev re biguherînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar